Oldarên Tebqayê regezên Peymana Medîneyê gotûbêj kirin

Oldarên li kantona Tebqayê girîngiya belavkirina nirx û rêgezên Peymana Medîneyê li seranserê Sûriyeyê, gotûbêj kir.

Oldarên Tebqayê regezên Peymana Medîneyê gotûbêj kirin
Oldarên Tebqayê regezên Peymana Medîneyê gotûbêj kirin
Oldarên Tebqayê regezên Peymana Medîneyê gotûbêj kirin
Oldarên Tebqayê regezên Peymana Medîneyê gotûbêj kirin
Oldarên Tebqayê regezên Peymana Medîneyê gotûbêj kirin
6 ÇILE, 2026   15:47
TEBQA

Komeleya Ehlê Beytê li kantona Tebqayê ji bo nirxandina prensîbên Peymana Medîneyê civînek li dar xist. Oldar û rêveberên saziyên olî beşdarî civînê bûn. 

Beşdaran bal kişand ser girîngiya naskirina têgehên Peymana Medîneyê û bicihanîna prensîbên wê li Sûriyeyê, ji bo pêkanîna jiyana hevbeş di navbera hemû ol, mezheb û kêmneteweyan de.

Her wiha beşdaran bang li welatiyên Sûriyeyê nirxên vê peymanê pêk bînin, wekî ku ji hêla gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê pêkanîn.

Beşdarên civînê ezmûna jiyana hevbeş û aştiyane li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî nimûneyeke ji bo çespandina hezkirin û aştiyê nirxandin.

Serokê Komeleya Ehlê Beytê li kantona Tebqayê, Ednan Ilêwî diyar kir ku civîn ji bo gotûbêjikirina Destûra Bingehîn a Medîneyê, ku ji hêla pêxember Muhammed ve hatiye danîn, hat lidarxisitin û da zanîn kir ku naveroka wê ya exlaqî ya kûr heye.

Ilêwî diyar kir Komeleya Ehlê Beytê û Kongreya Îslama Demokratîk bi berdewamî dixebitin da ku bend û têgehên Peymana Medîneyê di nava hemû beşên civakê de belav bikin.

(k)