Nûçegihanê me: Di topbarana li ser taxa Benî Zêd a Helebê de jinek şehîd bû, bi dehan kes birîndar bûn

Nûçegihanê me ji Helebê diyar kir ku di topbarana komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser taxa Benî Zêd a Helebê jinek şehîd bû û bi dehan kes birîndar bûn, hemwextî wê topbaranên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dikin.

Nûçegihanê me: Di topbarana li ser taxa Benî Zêd a Helebê de jinek şehîd bû, bi dehan kes birîndar bûn
6 ÇILE, 2026   16:16
HELEB

Di topbarana berdewam a komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê li nêzî Çerxerêya Tirkawî ya li taxa Benî Zêd de jinek şehîd bû û bi dehan kes birîndar bûn.

Koman di topbaranê de obîs û topavêj li dijî malên welatiyan bi awayekî bêserûber bi kar anîn, di encamê de bi dehan kes birîndar bûn. Nûçegihanê me hewl dide navên birîndaran bi dest bixe û ji raya giştî re parve bike.

Nûçegihanê me navê jina di êrişa li ser taxa Benî Zêd de şehîd bûye, bi dest nexist.

(fr)

ANHA