Odeya Pîşesaziyê ya Reqayê kongreya xwe li dar xist

Kongreya 2’yemîn a Odeya Pîşesaziyê ya Kantona Reqayê hat lidarxistin.

Odeya Pîşesaziyê ya Reqayê kongreya xwe li dar xist
Odeya Pîşesaziyê ya Reqayê kongreya xwe li dar xist
Odeya Pîşesaziyê ya Reqayê kongreya xwe li dar xist
Odeya Pîşesaziyê ya Reqayê kongreya xwe li dar xist
Odeya Pîşesaziyê ya Reqayê kongreya xwe li dar xist
Odeya Pîşesaziyê ya Reqayê kongreya xwe li dar xist
Odeya Pîşesaziyê ya Reqayê kongreya xwe li dar xist
2 kanûn, 2025   15:46
REQA

Odeya Pîşesaziyê ya Kantona Reqayê bi dirûşma "Pîşesaziya me nasnameya me û afirîneriya hêza me ye" kongreya xwe ya 2’yemîn li dar xist.

Kongre li hola Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi amadebûna nûnerên odeyê, endamên Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên PYD’ê, Yekitiya Esnafan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê û hejmarek pîşesazên kantonê pêk hat.

Piştî rêzgirtinê endamê Odeya Pîşesaziyê ya Kantona Reqayê Ehmed El Abdullah bi xêrhatina beşdaran kir. Piştre şêwirmendê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fîdan Mihemed rewşa siyasî nirxand. Fîdanê di nirxandinên xwe de bal kişand ser peymana 10’ê Adarê de û got, tevî ku ji aliyê hikumeta veguhêz ve tê astengkirin lê nîqaşên li ser hîna dewam dikin. Fîdan anî ziman ku divê pergala nenavnedî were pêkanîn.

Piştre hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Reqayê Rîm Ehmed nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan li ser dîroka pîşesaziyê, şoreşa endustriyê û aboriya civakî xwendin.

Piştre rapora rewşa rêxistinî ya Odeya Pîşesaziyê ya kantona Reqayê hat xwendin û nîqaş li ser çêbûn. Di nîqaşan de hate gotin sotemenî bi buhayekî guncaw ji qada pêşesaziyê re were peydakirin û cihekî dûrî qadên niştecihan ji pîşesaziyê were veqetandin.

Hevseroka Yekitiya Karker û Kedkaran a Kantona Reqayê Neşwa Hesen rêziknameya Yekitiya Pîşesaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwend.

Di dawiyê de hilbijartin pêk hatin, Abdullah Reşo careke din û Sara Salim bûn hevserokên odeyê.

(bb)

ANHA