Rûsyayê kontrolkirina 2 bajarokên Ukraynayê ragihand

Rûsyayê ragihand ku hêzên wê li Donetsk û Kharkiv ên Ukraynayê 2 bajarokên din kontrol kirine.

Rûsyayê kontrolkirina 2 bajarokên Ukraynayê ragihand
2 kanûn, 2025   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokên Zeleny Gai û Dobropolye yên herêma Zaporizhzhia kontrol kirine.

Wezaretê ragihand ku li eniyên rojhilat û başûr pevçûn berdewam in.

Li gorî çapemeniya Rûsyayê, berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov daxuyand ku dê serok Vladimîr Pûtîn û nûnerê DYA’yê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff encamên hevdîtinên Washingtonê bi Kîevê re û pêşniyarên serokê DYA’yê Donald Trump ên ji bo bidawîanîna şer nîqaş bike. Her wiha diyar kir ku Moskov ji bo diyalogê vekirî ye, bi şertê ku armancên operasyona xwe ya leşkerî werin bidestxistin.

(bb)