Ciwanên Helebê li dijî binpêkirinan meşek li dar xist

Bi sedan ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi meşekê binpêkirinên li dijî pêkhateyên gelê Sûriyeyê şermezar kirin.

2 kanûn, 2025   15:14
HELEB

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina binpêkirinên li dijî gelê Sûriyeyeyê, nemaze yên li dijî Elewiyan, meşek li dar xist.

Bi sedan ji kes ku beşdarî meşê bûn, ji Çerxerêya Xeytûnan a taxa Eşrefiyê ber bi qada Şehîdên Şoreşê ve meşiyan. Di meşê de pankartên "Bes e herîka xwîna sivîlan", "Sûriye dayika şaristaniyan e, em wê biparêzin", "Biratî bi axê  ye, ne bi mezheban e" vekirin, her wiha alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan û dirûşmên "Yek e yek e yek e gelê Sûriyeyê yek e" berz kirin.

Meş li çerxerêya Şehîdên Şoreşê veguherî mîtîngê û deqeyekê rêz hat girtin. Ji rêveberên Meclisa Ciwanan a PYD’ê Xelîl Mihemed axivî û got, tevî ku salek di ser rûxandina rejîma Baas’ê re derbas bûn, lê binpêkirin û komkujî li dijî Sûriyeyan hîna berdewam e.

Xelîl diyar kir ku ji ber van binpêkirinan koçberiyeke mezin çêbûn, mîna ya şêniyên kantonên Efrîn û Şehbyê ji aliyê dewleta Tirk ve. Xelîl da zanîn ku hewldanên qirkirina pêkhateyan a li ser esasên mezhebî û taîfî wê bi ser nekevin, lê dê hevgirtina çand û nasnameyan zêdetir bikin.

Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Barî Ararat jî axivî û got: "Di salvegera yekemîn a koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Efrîn-Şehbayê û li gel berdewama komkujiyên li perav, Siwêda û Humsê û tevahî Sûriyeyê, em teqez dikin ku ev bûyer ji hev qut nîn in, lê belê siyaseteke plankirî bi armanca xeniqandinê civakê û parçekirinê wê ye."

Barî Ararat diyar ku Tevgera Ciwanên Şoreşger piştgiriyê dide tevahî qurbaniyan û tevahî binpêkirin û sûcan red dike û li dijî çanda tirsê û ji bo parastina azadî, rûmet û wekheviyê banga avakirina eniyeke yekbûyî li ciwanan kir û got: "Siberoja Sûriyeyê bi hevgirtina gelên wê ava dibe. Edalet û hesabpirsîna ji sûcdaran şertê bingehîn ê aramî û lihevhatinê ye."

(bb)

ANHA