NY'yê pêşnûmeya parastina tengava Hurmuzê dixe dengdanê

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmeya parastina tengava Hurmuzê îro dixe dengdanê.

NY'yê pêşnûmeya parastina tengava Hurmuzê dixe dengdanê
7 nîsan, 2026   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî îro dicive. Di civînê de dê pêşnûmeya parastina tevgera navîgasyonê li tengava Hurmuzê û şermezarkirina êrişên Îranê yên li ser keştiyan bikeve dengdanê.

Civîna konseyê ji ber nakokiyên di navbera endaman de çend caran hatibû taloqkirin.

Îranê ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê tengava Hurmuzê girtiye. Dema ku serokê DYA'yê ji bo vekirina tengavê bi dawî dibe. Serokê DYA’yê gefeke tund li Îranê xwaribû ku eger tengav neyê vekirin, dê êrişan li dijî tesîsên enerjiyê û piran pêk bîne.

(bb)