NY`yê li ser xetereyên li ser jiyana sivîlên li Helebê hişyarî da

Piştî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Benî Zêd, NY`yê li ser berdewamkirina tundiyê li bajarê Helebê, hişyarî da. NY`ê bal kişand ser girîngiya parastina sivîlan û binesaziyê.

NY`yê li ser xetereyên li ser jiyana sivîlên li Helebê hişyarî da
13 ÇILE, 2026   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li hemû aliyên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê kir ku ewlehî û parastina sivîlan misoger bikin. NY`yê da zanîn ku pêdivî bi tedbîran heye da ku pêşî li zirara bêtir bigirin û rêyeke ewle ji bo kesên koçber peyda bikin.

Ev daxuyanî ji hêla berdevkê NY’yê Stephane Dujarric ve di dema civîna çapemeniyê ya rojane de li New Yorkê hate dayîn. Dujarric destnîşan kir ku NY rewşê ji nêz ve dişopîne û bi hemû aliyên têkildar re têkiliyê pêk tîne.

Dujarric diyar kir ku NY’yê der barê qurbanî û birîndaran de rapor wergirtine, her wiha li gorî raporan nêzîkî 119 hezar kes ji malên xwe koçber bûne.

Ji 6`ê Kanûnê ve, taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê rastî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê hatine, di encamê de komkujiyên berfireh çêbûn û bi hezaran kes koçber bûn, her wiha çarenûsa bi sedan sivîlan hîn ne diyar e.

(k)