NY: Di bûyerên li peravê de herî kêm 1700 kes hatin kuştin

Di rapora Komîteya Lêkolînan a NY’ê de hatiye diyarkirin ku di bûyerên li perava Sûriyeyê de zêdekitî hezar û 700 kes hatine kuştin.

NY: Di bûyerên li peravê de herî kêm 1700 kes hatin kuştin
14 tebax, 2025   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî têkildarî bûyerên di meha Adarê de li perava Sûriyeyê rû dane, raporek weşand.

Di raporê de hatiye kirin ku bûyerên tundiyê yên ku di Adara îsal de li peravê li dijî elewiyan hatine kirin, plankirî û berfireh bûn. Li gorî raporê di encama bûyerên tundiyê de 90 jê jin ku navên wan hatine belgekirin, zêdetirî hezar û 700 kes hatin kuştin.

Komîteyê ku di raporê de xwe dispêre zêdetirî 200 hevpeyvînan û serdana gorên komî, diyar kir ku binpêkirin (kuştin, îşkencekirin, talankirin, şewitandina malan) ku ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên alîgirên ve wê hatine kirin, digihêjin asta sûcên şer.

Di raporê de bang li rayedaran hatiye kirin ku ku hemû sûcdaran ceza bikin, gumanbaran tavilê ji kar dûr bixin û ji bo parastina civakan jî tedbîrên lezgîn bigirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku revandina jinan û destgîrkirin jî di nav de, binpêkirin dewam dikin.

(bb)