SOHR: Li Idlibê depoyek çekan teqiya

SOHRˊê diyar kir ku depoya çek û cebilxaneyan a li rojavayê bajarê Idlibê teqiya. Li gorî agahiyan birîndarî çêbûn.

SOHR: Li Idlibê depoyek çekan teqiya
14 tebax, 2025   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li aliyê rojavayê bajarê Idlibê teqînek dijwar çêbû, hemwextî wê balafirên bêmirov li asîmanê herêmê digeriyan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnîşan kir ku li aliyê rojavayê bajarê Idlibê depoyek çek û cebilxaneyan teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber teqînê hejmarek sivîl birîndar bûne, lê heta niha sedemên teqînê û aliyê depo kontrol dike nayê zanîn.

Digel zêdebûna tevliheviya ewlehî li Idlibê ev bûyer pêk tê. Di demên berê de jî gelek teqînên bi vî rengî li depoyên çekan pêk hatin; hin ji ber bombebaranên ji çavkaniyên nenas, hin ji ber çewtiyên pîşeyî yan jî nedepokirina baş.

(fr)