Di bombebarana Îsraîlê de 8 kes hatin kuştin

Di bombebarana Îsraîlê ya li dijî taxeke Xezayê de 8 kes hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Di bombebarana Îsraîlê de 8 kes hatin kuştin
14 tebax, 2025   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa WAFA, balafirên şer ên Îsraîlê îro malek li taxa Zeytûn a li bajarê Xezayê bombebaran kir, di encamê de 8 kes hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku tîmên rizgariyê û parastina sivîl cenaze ji nava kavilên mala wêranbûyî derxistin.

Girêdayî mijarê, nexweşxaneya Nisêrat di 24 saetên dawîn de 7 mirî û 26 birîndarên ji ber êrişa Îsraîlê li dijî cihê kombûnên belavkirina alîkariyan, pêşwaz kirin. 6 birîndar jî ji Nexweşxaneya Şehîdên El Eqsa re hatin veguhastin.

Malên li Til Hewa û Zeytûnê bi dijwarî hatin bombebarankirin, hemwextî wê tankên Îsraîlê di tevgerê de bûn û dengê teqînên xurt dihat bihîstin.

Parastina sivîl a li Xezayê diyar kir ku herî kêm di çarşemê de li tevahî Şerîda Xezayê 75 kes hatin kuştin. Di nava wan de 34 kesên li nuqteyên belavkirina alîkariyan û 5 ji malbateke li Xan Yûnisê hatin qetilkirin.

(fr)