Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pabendiya xwe bi domandina danûstandinan dubare kir

Şandeya danûstandinan pabendiya xwe bi domandina danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re dubare kir. Şandeyê diyar kir ku ew amadekariya damezirandina komîteyan dikin ji bo ku peymana 10`ê Adarê nîqaş bikin.

Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pabendiya xwe bi domandina danûstandinan dubare kir
4 îlon, 2025   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi şandeya danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya.

Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rûpela xwe ya X'ê diyar kir kir ku di civînê de beşdaran teqezî bi domandina danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re û nîqaşên entegrekirina saziyên rêveberî û leşkerî li gorî peymana 10'ê Adarê, da.

Di 10'ê Adara 2025'an de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de peymanek hat îmzekirin. Li gorî peymanê mafên pêkhateya Kurd di Sûriyeya pêşerojê de tên misogerkirin, saziyên rêveberî û leşkerî bi dewletê re tên entegrekirin, agirbest tê ragihandin, koçber li warên xwe vedigerin, provakasyon tê redkirin û xebatên têkoşîna li dijî terorê tên domandin.

Li gorî wê Neteweyên Yekbûyî (NY) ev peyman wekî derfeteke dîrokî bi nav kir, lê belê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê tu bendên wê pêk neanîne. Her wiha danûstandin asteng kirin û hevdîtinên li Parîsê yên mehên Tîrmeh û Tebaxê red kirin.

(mh)