Li Enbar 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Dezgeha Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku di encama operasyonên hêzên wan yên li sînorê parêzgeha Enbar de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Li Enbar 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
4 îlon, 2025   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Dezgeha Îstîxbaratê ya Iraqê ragihandî, bi hevkariya hêzên ewlekariyê ya parêzgeha Enbar li sînorê parêzgehê rêze operasyon hatin lidarxistin û di encamê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Hate diyarkirin ku çeteyên hatine girtin beşdarî gelek êrişên li dijî hêzên ewlehiyê bûne û li gorî madeya 4’an a terorê dihat lêgerîn.

Hêjayî gotinêye ku hîna çeteyên DAIŞ’ê li gelek deverên Iraqê yên valehiya ewlehiyê lê heyî hene û car car êrişî hêzên ewlehiyê û welatiyan dikin.