’Jineolojî rêya çareserkirina pirsgirêkên civakî ye’

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya bajarê Dêrikê Nofa Elî diyar kir ku rêya çareseriyê pirsgirêkên civakê û jinan jineolojî ye, lew ra  Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan û civakê jineolojî pêşkêş kir.

’Jineolojî rêya çareserkirina pirsgirêkên civakî ye’
30 îlon, 2024   06:10
HESEKÊ

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya bajarê Dêrikê Nofa Elî derbarê konferansa 2’yemîn a Akademiya Jineolojiya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 25 û 26’ê Îlonê li bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê hat lidarxistin de ji ajansa me ra nirxand.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya bajarê Dêrikê Nofa Elî diyar kir ku jineolojî zanisteke civake ye û got, jineolojî di serdemek nû de derketiye holê û bandor li civakê kiriye, di heman demê de çavê ciwan, dayik û civakê li ser vê zanistiyê, ji ber vê bûye zanista jiyanê ku dikare hemû pirskirekên civakî çareser bike.

’JINEOLOJÎ ZANISTAN JIYAN, HEVJJYAN Û CIVAKÎ YE’

Nofa destnîşan kir ku gelek caran jineolojî şaş hatiye pênasekirin û ev nirxandin kir: " Jineolojî ji hêla hin kesan ve şaş hatiye naskirin û pênasekirin. Me gelek caran jî gotiye ku zanista jin, jiyan û hevjiyanê ye.  Di hevjiyanê de pir alîbûn heye. Lewma em hevjiyanê esas digirin. Em dikarin bêjin jineolojî zanista civakî ya îroj e. Pêwîste em bizanibin  jineolojî û rêbazên jineolojî ya îfadekirinê çi ne."

Nofa Elî bi bîr xist ku 400 salan ve zanistên civakî hene, lê belê tu zanist ji bo pirsgirêkên civakî nebû rêya çareseriyê û wiha domand " Gelek fîlazofên mîna İbn Xeldûn  ku dixwestin pirsgirekên civakê  re çareseriyê bibinin, lê belê hemû pirsgirêk li hev kom dikirin û çareser nedikirin. Ev zanistên derketine ji bo êşa gel nebû çareserî û beşek ji civakê dabûn helandin, ev beş jî jin bûn. Zanistên ku derketin li dunyayê û navendên wan Ewropa bû, bi naskirina civakê, analîzkirina civakê bûn lê yek ji van jî pêk nedihat kirin. Ji destpêka dîrokê ve heya îroj di bin navê zanistê û çareseriya pirsgirêkên civakê koçberî, dizî, feqîrtî û talankirinê çêdibûn. Civak di nava krîza zanistî de dima. Rêya dawîkirina vê krîzê jî jineolojî ye. Ji ber vê jî Rêber Apo jineolojî pêşkeş kir da ku krîzên heyî bi dawî bibin."

’PIRSGIRKÊN CIVAKê BI ZANISTA JIN ÇARESER DIBIN’

Nofa diyar kir ku rêbaza jineolojî gelekî cûda ye û got, "Jineolojî nikar e weke zanistê din nêzî civakê bibe. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em lêkolînan di navendê de didin destpêkirin. Lêkolîn û analîzeyên me li ser civakê ne. Em nêrînên her du zayendan di ber çavan re derbas dikin û bi fêr û kom nîqaş tên meşandin. Pirsgirêkên civakê bi zanista jin çareser dibin. Niha rêbaza me jî metedolojî ye."

Nofa îşaret pê kir ku di serdema olî de civak hatibû fetisandin û yên temen dayî jî jin bûn û got: "Bi şikandina sedema olî re serdema zanistî derket. Destpêkê civakê bi navê mîtolojî  hatibû xapandin. Lê niha ev rêbaz jî bi dawî bû. Niha rêbaza sermedar, rêbazek ku civakê di nava xwe de difetisîne, rêbazek ku li gorî berjewandiya xwe kar û xebatan dide meşandin. Lewma jineolojî li dijî vê rêbazê ye. Em li gorî rêbazê metedolojî lêkolînên xwe çêdikin ku bi xwe rêbazekî jiyanî ye û civakê bi jin ve girêdide."

’TÎNGA HERÎ GIRÎNG JJNERJI YE’

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya bajarê Dêrikê Nofa Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Gelek têgînên heyî di nava civak de şaş tên pênaskirin, ji ber vê jî em bi çavê jineolojî lê meyze dikin û ji nû ve pênas dikin. Di civaka me de di warê etîk û estetîk de nasnameya exlaq û şerefê ye, ji bilî exlaq û şerfê tu pênaseyên din tune ne. Lê dema em weke jineolojî etîk û estetîk pênase bikin; etîkê nûje dikin û vedigerin civakê û lê digrin. Têgîna herî girîng jî, jinerjî ye. Yekem kes ku ev têngîn bi pêş xistiye û kiriye mal û milkê jineolojî şehîd Nagihan Akarsel e ku yekem jin di nava xebata jineolojî de cih girtibû. Li ser vê esasê jinerjî maneya wê taqet e. Taqeta jin çi ye? Eger em li gorî zanistên din biçin, jina bê taqet û bê hêz nikar e vî karî bike û taqeta mêjiya wê kêm e.  Jineolojî ji nû ve di kesayeta Nagihan de tegînan nûjen dikin. Ev têngîn jî ji bo me pir girîng e."

ANHA