NPG: komployê bi temamî têk bibin
Fermandariya Biryargeha NPG'ê diyar kir ku têkoşîna wan a ku bi ruhê fedaî yê Apoyî tê meşandin wê teqez bi ser bikeve û got: “Êdî misoger bûye ku komploger wê nikaribin meşa azadiyê ya Rêber Apo bisekinînin, têkoşîna me ya ku bi ruhê fedaî yê Apoyî tê meşandin wê teqez bi ser bikeve.
![NPG: komployê bi temamî têk bibin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202402/image_870x_65cb249aa9335.jpg)
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku gerîlayên azadiyê hesabê her êrîşek li ser Rêber Abdullah Ocalan û gel dipirsin û ji niha û pê ve jî çi ku tê bila bê wê hesab bipirsin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li hemberî afirînerê têkoşîna me azadiyê, Rêberê me, kedkarê herî mezin û şervanê heqîqetê yê mezin Rêber Apo, di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd hate kirin. Em vê êrîşa komployê bi hêrseke mezin şermezar dikin. Hevrêyên me û gelê me yê welatparêz ku dilsozê Rêber Apo û rastiya Kurd ê azad e ku di şexsê Rêber Apo de şênber bûye, li dijî êrîşa komployê ya nexêr, bedena xwe kirin sîper. Şehîdên me yên fedaî yên ku bi gotina 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêberê me çepera ji agir ava kirin û di şexsê wan de jî hemû şehîdên têkoşîna me ya azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînin.
Weke ku cîhan tev şahidiyê jê re dike; Rêber Apo gelê Kurd ji xweliyên wê jinûve afirandiye, kiriye xwedî hişmendî, hêz û baweriyê, bi rêxistin kiriye û gihandiye asta gelekî welatparêz ku têdikoşe û di oxira azadiyê de hemû berdêlan dide ber çavên xwe. Rêber Apo şoreşa vejînê ya gelê Kurd pêk anî, îdeolojî, tevger û rastiya jin a azad afirand ku weke şoreşa di nava şoreşê de tê pênasekirin. Vê yekê bandor li tevahiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Hêzên Modernîteya Kapîtalîst ên hegemon ku dixwazin pêşî li rastiya Rêber Apo û gelê Kurd a azadiy bigirin, komploya herî bêrehm, zexel û namerd a dîroka mirovahiyê amade kirin. Piştî gelek komplo û êrîşên qirkirinê yên di nava sedsala dawî de li gelê Kurd hatin kirin, di 15'ê Sibata 1999'an de Komploya Navneteweyî jî kirin, bi vî rengî fermana kuştina Kurdên azad îmze kirin û xistin meriyetê. Ji ber vê yekê Rêber Apo 15'ê Sibatê weke Roja Qirkirina Kurdan pênase kir. Gelê me û tevgera me her roja 15'ê Sibatê weke roja lêpirsîna li xwe, çareserkirina kêmasiyên xwe, nîşandana rastiya komplogeran, dîtina êrîşên li ser hebûn û azadiya me û biryardariya li ser têkoşîna mezin a li dijî van, pêşwazî dikin.
Rêber Apo bi berxwedana mezin a 25 sal in li Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê dike, bi sekna xwe ya dîrokî ya azadiyê, bi sebra xwe ya awarte, bi rê û rêbaza têkoşînê ya dahiyane êrîşa komployê ya navneteweyî pûç kir. Gelê me yê welatparêz û partiya me PKK li dora Rêber Apo civiyan, di xeta Apoyî de israr kirin, bi vî rengî têkoşiya. Vê têkoşînê û Berxwedana Îmraliyê hemû hesabên qirêj ên li ser gel û tevgera me têk birin, komploger têk birin. Êrîşa Komploya Navneteweyî û komplogeran xwestin mafê paşeroja azad ji bo Rêber Apo û gelê Kurd nas nekin, wan ji ser dîrokê bibin. Rêber Apo jî yek ji gavên xwe yên herî mezin ên paradîgmayî yên dîroka mirovahiya azad avêt, alternatîf pêşkêş kir û bû Rêberê gerdûnî. Fikrên Rêber Apo îro li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê weke paradîgmaya çareseriyê, demokratîk û azadîparêz bandorê li jin, ciwan û gelên bindest dike. Êdî misoger bûye ku komploger wê nikaribin meşa azadiyê ya dîrokî ya Rêber Apo, PKK û gelê Kurd bisekinînin, têkoşîna me ya ku bi ruhê fedaî yê Apoyî tê meşandin wê teqez bi ser bikeve û komployê bi temamî têk bibe.
Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi vê bawerî, têgihiştin û bi vî ruhî em biryardariya xwe destnîşan dikin ku Komploya Navneteweyî parçe bikin, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe hemû erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em ji hevrêyên xwe yên ku li her qadê li dijî komployê bi fedakarî têdikoşin, ji dostên xwe û gelê xwe yê welatparêz re serketinê dixwazin."