Rewşa Iraqê û hewldanên agirbestê li Xeza û Lubnanê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de cih dan rewşa Iraqê û bandorên destwerdanên derve bi taybet dagirkeriya Tirk, tevgerên herêmî têkildarî geşedanên il Xezaê û geşedanên li sînorên Lubnan-Îsraîlê.

Rewşa Iraqê û hewldanên agirbestê li Xeza û Lubnanê rojeva rojnameyên erebî ne
13 sibat 2024   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Avakirina hikumetên Diyale û Kerkûkê girêîdayî parvekirin û destwerdanên Tirkiye û Îranê ye" parve kir. Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku xitimandina siyasî bûye taybetmendiya pêvajoya piştî hilbijartinan ku niha li Kerkûk û Diyale serwer e. Bi nêrîna rojnameyê, hevrikiya partiyetî, nijadî li her du bajaran li asta herî jor e, her wiha girêdayî planên Tirkiye û Îran û destwerdanên wê di kar û barên Iraqê de.

Bi nêrîna rojnameyê, hêzên siyasî yên xwedî taybetmendiyên taîfî û irqî, destwerdanên derve rê li ber avakirina hikumetê li parêzgeha Diyale û Kerkûkê yên li bakurê Bexayê giriye. Rojnameyê destnîşan kir ku nîşaneyên destwerdana Tirkiye û Îranê di vê hevrikiyê de hene ku di dawiyê de hewldanên avakirina hikumetê asteng bûn.

Li gorî rojnameyê, Tirkiye girîngiyeke mezin dide Kerkûka bi petrolê dewlemend, bi wê ve girêdayî rayedarên wê aşkera dibêjn ku mafên wan ên dîrokî di vî bajarî de hene û Enqere xwestiye ku pêkhateya Turkmen parêzgehê birêve bibe.

HIKUMETA ÎSRAÎLÊ TEV LI CIVÎNA EWLEHIYÊ YA QAHÎREYÊ DIBE

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da civîna ewlehiyê ku sibe li Misirê bi beşdariya Amerîka, Qeter, Misir û Îsraîlê li dar dikeve û diyar kir ku reşnivîsa nû ya ku Îsraîlê têkildarî helwesta xwe ya ji lihevkirina agirbestê û temamkirina lihevkirina guhertina dîlgirtiyan, amade kiriye, ji ya berê nermtir e û nîşaneyên biserxistina danûstandinan dide.

PÊNIYAREKE FRANSÎ JI BO BIDAWÎKIRINA ŞER DI NAVBERA HIZBULLAH Û ÎSRAÎLÊ DE

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî di nûçeya xwe de balkişand ser rewşa Lubnanê û ragihand ku Fransayê pêşniyareke nivîskî ji Beyrûtê re şandiye ji bo ku şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de bi dawî bibe. Li gorî rojnameyê, pêşniyar ji 3 pêvajoyan pêk tê. Rojnameyên ku agahiyên xwe spartin Reuters`ê Fransa bang li şervanên Hizbullahê dike ku heta 10 kîlometreyan ji sînoran vekişin.

Rojnameyê aşkera kir Frans ji vê pênşiyarê armanc dike ku rê li pêşiya şer bigire û agirbest pêk were dema şert û mercên guncew bin, di dawiyê de danûstandin têkildarî diyarkirna sînorên bejahî yên ku Îsraîl û Lubnan li ser bi nakok in, pêk were.

(şx)