Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 10ˈan de didome

Li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ket roja xwe ya 10ˈan.

Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 10ˈan de didome
Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 10ˈan de didome
Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 10ˈan de didome
Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 10ˈan de didome
17 ÇILE, 2025   10:11
BENDAVA TIŞRÎNÊ

10 roj e şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bendava Tişrînê nobeta parastina bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

Nobedaran diyar kirin ku armanca dewleta Tirk ji êrişan bidawîkirina nobetê û rûxandina bendavê ye.

Dewleta Tirk a dagirker duh bi balafirên şer êrişî nobedaran kirin. Di encamê de şêniyek şehîd bû û zêdetirî 15 şêniyan jî birîndar bûn.Tevî êrişan  şêniyan çalakî berdewam kir.

Çalakiya nobetê di roja 10ˈan de dewam dike.

(bb)

ANHA