Nobeta çadirê bi dawî bû, çalakî dê bidomin

Pêkhateyên herêma Cizîrê di roja dawîn a çalakiya konvedanê de destnîşan kir ku Kurdistan û seranserî cîhanê bi pêngava ′′Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′′re derbasî qonaxeke nû bû û çalakiyên pêngavê dê heta pêkanîna armancên xwe bidomin.

23 cotmeh, 2023   18:15
QAMIŞLO

Çalakiya konvendanê ya bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ya li Qamişloyê bi dawî bû. Çalakî  17′ê Cotmehê ji aliyê Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê ve li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY′yê ya li bajarê Qamişloyê hat organîzekirin û 7 rojan dewam kir.

Di roja dawîn a çalakiyê de şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo, bajarê Qamişlo û gund û bajarokên wî, endamên yekitiyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV - DEM), partiyên siyasî, rêxistinên hiqûqî, oldar û nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê beşdar bûn.

ÇARESERIYA ALOZIYAN LI ÎMRALIYÊ YE

Endama Însiyatîfa Gel a kantona Qamişlo Şemsîxan Gulo destnîşan kir ku tevî nobeta şêniyan a 24 saetan li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY), lê dîsa jî komîserî bêdeng ma û daxwazên şêniyan pêk neanî û bi wan re nîqaş jî nekir.

Şemsîxan Gulo got, divê Neteweyên Yekbûyî li gorî qanûnên xwe yên têkildarî azadiya mirovan tev bigere û daxwaza gel a pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibersivîne. Her wiha got, çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed El Xerzî piştgiriya xwe bi daxwazên re nîşan da û destnîşan kir ku daxwazên gel pîroz in û divê NY'yê li hember gelan xwedî li erkên xwe derkeve.

El Xerzî her wiha bang li oldarên cîhanê û civaka îslamê kir ku destekê bidin daxwazên gel û êrişên li dijî herêmê rawestînin.

EV SEDSAÊ SEDSALA RÊBER ABDULLAH OCALAN E

Her wiha, hevserokê TEV - DEM'ê Xerîb Hiso destnîşan kir ku bi pêngava cîhanî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan re Kurdistan û seranserî cîhanê derbasî qonaxeke nû bûn û got: "Ev sedsal sedsala Rêber Apo ye. Rêber Apo jiyana xwe bi nivîsandina dîrokeke nû ya Kurdan û gelên din derbas kir û çareseriya demokratîk, aştiyane û exlaqî ji bo hemû aloziyan peyda kir. Hemû taybetmendiyên şoreşgerî, fedaî, exlaqî, siyasî û civakî di şexsê wî de hene."

Xerîb Hiso got, ew e ê têkoşînê berdewama  heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Endamê Meclisa bajarê Dêrikê ya kantona Qamişlo Hesen Hemze destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi armanca qirkirina Kurdan e û anî ziman ku dewletên kapîtalîst di qirkirina civakên azadîxwaz de domdariya xwe dibîne.

Rêvebera Kongra Star a navçeya Dêrikê Şadiye Yûsif diyar lie ku ew ê çalakiyên xwe bi beşdariya hemû pêkhateyan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Piştî axaftinan hunermend Baran Dilbihar û Sîpan Xelat û Sumeye Mihemed stranên li ser Rêber Abdullah Ocalan gotin.

Piştre şandeya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Însiyatîfa Gel  a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî avahiya komîseriyê bûn da ku û daxwazên şêniyên gihandin aliyên têkildar.

 ÇALAKÎ DÊ HETA PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN BIDOMIN

Şandeyê ji avahiyê derket, daxuyaniyek da. Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzir daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tecrîdeke pir giran li ser Rêber Abdullah Ocalan di Îmraliyê de tê meşandin, lê belê Rêber Abdullah Ocalan bi navê tevahiya gel destaneke dîrokî dinivîse.

Munzir wiha domand: "Destpêkirina pêngavê di 100 saliya peymana Lozanê de xwedî wateyeke girîng e ku heta niha ev pêngav li sedan navend hatiye lidarxistin. Komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan komployeke cîhanî ye û bersiva wê jî dê cîhanî be, ji ber ku gel azadiya xwe di azadiya Rêbertî de dibîne."

Munzir destnîşan kir ku berxwedana gelê Kurd û fikrê Rêber Abdullah Ocalan çareseriya hemû dozên herêmê ne û got: "Ev pêngav derbasî bi sedan bajarên cîhanê bû û tê de hemû gel beşdar bûn ji ber ku ew jî Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re rêberek dibînin, em ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî û çareserkirina doza Kurd pêngavê bidomînin."

Di çarçoveya çalakiyan de, endamê şandeyê Silêman Ehmed got, nûnerên komîseriyê soz da ku ew ê daxwazên gel bigihînin aliyên eleqedar.

 (mh)

ANHA