Baregeha Tenef careke din hat bombebarankirin

Bi dronekê êriş li dijî baregeha DYA′yê ya li Tenefê hat kirin. Dron ji aliyê hêzên DYA′ê ve hat xistin.

Baregeha Tenef careke din hat bombebarankirin
23 cotmeh, 2023   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên Amerîkayê drona êrişî baregeha Tenefê ya li sêgoşeya sînorî (Sûriye - Iraq - Urdun) kir, xist xwarê.

SOHR'ê destnîşan kir ku hêzên DYA′ yê dron ji dûrî baregehê anî xwarê û got, hemwextî wê 2 dronên din ku hewl da êrişî baregeheke hêzên Amerîkayê ya 4 kîlometre li rojhilatê kampa Rukban a sînorê Urdunê bikin, lê hêzan her du balafir 3 kîlometre dûrî kampê anîn xwarê.

Têkildarî cihê ku dron jê rabûne, tu agahî nehatin parvekirin.

Di 19'ê Cotmehê de 3 balafirên bêmirov êrişî baregeha Tenefê ya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî kir û encamê de 2 balafir hatin xwarê û yekê baregeh kir hedef. Di encamê de zirarên madî çêbûn û 2 endamên hêzên koalîsyonê birîndar bûn.

Li gorî SOHR'ê, 5 roj in hêzên koalîsyonê li baregeha Tenefê seferber bûne ku asta nobet û çavdêriyê bilind kiriye.

(mh)