Nobedarên Tişrînê: Erdogan hewl dide jêdera me ya avê dagir bike

Nobedarên li ser Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku Erdogan hewl dide jêdera wan a avê dagir bike û got: "Em nahêlin vê yekê bike. Em niha li ser bendavê ne û dev jê bernadin. Ev xak xaka me ye."

Nobedarên Tişrînê: Erdogan hewl dide jêdera me ya avê dagir bike
12 ÇILE, 2025   16:56
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendavê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer di roja 5ˋan de li bendavê di nobedariyê de ne.

Sûad El Ebdullah a ji bajarokê Erîşa ku ji kantona Cizîrê tevî xelkê kantonê berê xwe daye Bendava Tişrînê û tev li çalakiya nobedê bûye got: "Em niha li ser bendavê ne û dev ji parastina wê bernadin. Ev xak xaka me ye. Em dev ji vê xakê ku bi fedakariya zarokên me yên leheng hatiye rizgarkirin, bernadin."

Îdrîs Mihemed jî yê ji bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê got: "Em ji bo parastina bendavê li vir in. Em xwediyê vê xakê ne û erka me ye em biparêzin. Erdogan hewl didin bendava me dagir bike û jêdera me ya avê kontrol bike."

Mihemed bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir û got: "Werin vir û bibînin Erdogan û alîgirên wî çi dikin. Em li ser vê xakê diijîn me xaka tu kesî dagir nekiriye û me tu bendavên kesekî jî dagir nekirine. Bihêlin em bi aştî bijîn. Ji mafê me ye em bi aştî li ser xaka xwe bijîn. Em ê bi hemû hêza xwe parastina xaka xwe bikin."

Duh, bi sedan xelkê bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hesekê, Şedadê û Amûdê berê xwe da kantona Tebqayê û ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer ber bi bendavê ve ketin rê.

(fr)

ANHA