Desteya Jinan komkujiya gundê Mesreb şermezar kir

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dij malbateke li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê pêk anî şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.

Desteya Jinan komkujiya gundê Mesreb şermezar kir
Desteya Jinan komkujiya gundê Mesreb şermezar kir
Desteya Jinan komkujiya gundê Mesreb şermezar kir
Desteya Jinan komkujiya gundê Mesreb şermezar kir
12 ÇILE, 2025   17:09
REQA

Dewleta Tirk a dagirker şeva berê bi balafirên şer gundê Mesreb ê bajarê Sirînê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kiribû. Di encamê de li dijî malbatekê tevahî komkujiyek pêk anîn ku bav û 2 zarokên xwe (12 û 13 salî) şehîd bûn û dayik û 2 zarok jî birîndar bûn.

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya gundê Mesreb bi tevahî şermezar kir û diyar kir ku hedefgirtina zarok û jinan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve rûyê wê yê rast û hov nîşan dide.

Desteya Jinan der barê mijarê de li pêş Baxçeya Şehîd Sara ya bajarê Reqayê bi beşdariya endamên Desteya Kar û Barên Civakî, nûnerên jin ên ji partiyên siyasî, komeke ji zarokên baxçeyê daxuyaniyek da. Di kombûnê de zarokan pankartên "Ji mafê me ye em bijîn" û"Em tenê ewlehiyê dixwazin" hatin hildan.

Cîgira seroka Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sewsen El Xelef daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî sivîlan, bi taybet jin û zarokan didomînin. Bi bikaranîna kiryarên qetilkirin, wêrankirin û koçberkirinê re tê diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker li hember vîna gelê berxwedêr lawaz e.

Di dawiya daxuyaniyê de digel bêdengiya cıvata navneteweyî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyên xwe li dijî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dikin. Her wiha bang li civata navneteweyî hat kirin van êrişan bi dawî bikin û hesab ji Tirkiyeyê bixwazin.

(fr)

ANHA