Nobedar Bendava Tişrînê ji bermahiyên êrişan paqij dikin

Nobedarên li Bendava Tişrînê bendavê ji bermahiyên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê paqij dikin. Nobedaran diyar kir ku bendav malê tevahî gelê Sûriyeyê ye, lewra parastina wê erka wan e.

Nobedar Bendava Tişrînê ji bermahiyên êrişan paqij dikin
Nobedar Bendava Tişrînê ji bermahiyên êrişan paqij dikin
Nobedar Bendava Tişrînê ji bermahiyên êrişan paqij dikin
Nobedar Bendava Tişrînê ji bermahiyên êrişan paqij dikin
Nobedar Bendava Tişrînê ji bermahiyên êrişan paqij dikin
10 ÇILE, 2025   11:49
TIŞRÎN
DICLE EHMED

Bendava Tişrînê ji 8ˈê Kanûna 2024ˈan ve bi dijwarî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê topbarankirin û bombebarankirin. Ji ber êrişan zirarên mezin li bendavê û gundên derdora wê bûne.

Şêniyên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ev 3 roj e li bendavê nobeta parastinê digirin, vê sibehê dest bi paqijkirina bendavê ji bermahiyên êrişan kir. Şêniyan diyar kir ku bendav malê tevahî gelê Sûriyeyê ye û parastina wê erka wan e.

Şêniyan got: "Em aşiqên azadiyê ne. Em şer naxwazin. Ji bo rawestandina êrişan em li vir in."

(bb)

ANHA