Li Sûriyeyê di roja karkeran de karker ji kar hatin avêtin

Biryara derxistina bi sedan karkerên di saziyên hikumeta Sûriyeyê de ji kar, bi tayber hezar û 75 karmendên Rêveberiya Çandiniyê ya Laziqiyê û kesên astengdar, bû sedema nerazîbûnê.

Li Sûriyeyê di roja karkeran de karker ji kar hatin avêtin
Li Sûriyeyê di roja karkeran de karker ji kar hatin avêtin
Li Sûriyeyê di roja karkeran de karker ji kar hatin avêtin
Li Sûriyeyê di roja karkeran de karker ji kar hatin avêtin
Li Sûriyeyê di roja karkeran de karker ji kar hatin avêtin
Li Sûriyeyê di roja karkeran de karker ji kar hatin avêtin
6 gulan, 2026   07:25
ŞAM

Di 1`ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê de hikumeta demkî bi sedan karker ji kar derxistin ku ev yek bandorê li sedan karmendên di saziyên hikumetê de kir. Çavdêr hişyariyê didin ser bandorên neyînî yên civakî û pîşeyî, bi taybet ku di nav kesên ji kar hatine derxistin de kesên astengdar ên ku di bin peymanên fermî de dixebitin jî hebûn.

Li gorî çavkaniyên taybet, tenê li Laziqiyê, Rêveberiya Çandiniyê xizmetên hezar û 75 karmendan bi dawî kirin. Ev yek di dema betlaneya fermî ya Roja Karkeran de qewimî û nerazîbûneke berfireh di nava karkeran de çêkir. Karker dibêjin ev biryar meyla kêmkirina hêza kar bêyî alternatîfên zelal nîşan dide.

Li gorî çavkaniyan, di nav karkerên ku ji kar hatine derxistin karkerên astengdar, peymankar û karkerên li cihên têkildarî agirvemirandina daristanan û veterîner jî hene. Her wiha bi dehan rêveber jî ji kar hatine derxistin ku li şûna wan rêveberiyên nû yên ku wekî kêm tecrube hatin danîn.

Derxistina karkerên astengdar bû sedema nakokiyên qanûnî. Li gorî Qanûna Kar a Hejmar 50 a sala 2004`an divê her saziyekê ji sedî 4 cih bide kesên astengdar û ew li gorî şert û mercên taybet werin xebitandin. Ev yek bûye sedem ku pispor vê biryarê wek binpêkirineke aşkera ya rêzikên qanûnî yên derbasdar bihesibînin.

Ji hêla aborî ve, aborînas Cîhad Izedîn hişyarî da ku berdewamiya biryarên jikarderxistinê dikare kesên jêhatîtir û bitecrubetir ber bi koçberiyê ve bibe, di demekê de ku li welat rêjeyên bêkarî û xizaniyê bilind bûne. Izedîn bal kişand ser xetereya ku hin sazî berê xwe didin anîna karkerên biyanî bi mûçeyên bilind di heman demê de ku karkerên Sûriyeyî bi mûçeyên kêm dixebitin.

Pispora civakî Îman El Humsî diyar kir ku derxistina kesên astengdar ji kar, binpêkirineke qanûnên Sûriyeyê ye.

Ev kiryar di demekê de pêk tê ku Sûriye bi krîzeke aborî û jiyanê ya giran re rû bi rû ye ku tirs heye ev derxistina karkeran ji kar dê rêjeyên bêkariyê zêde bike, bi taybet ji ber nebûna tedbîrên qerebûkirinê yên zelal an derfetên kar ên alternatîf.

(k)

ANHA