QSD'ê ciwanekî Êzîdî ji destê DAIŞ'ê rizgar kir

navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku hêzên wan ciwanekî Êzîdî ku ji 2014'an ve çeteyên DAIŞ'ê revandibû, rizgar kir.

QSD'ê ciwanekî Êzîdî ji destê DAIŞ'ê rizgar kir
15 nîsan, 2025   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku tîmên operasyonên taybet ên girêdayî hêzên wan, di 12'ê Adarê de operasyonek pêk anî, di encamê de ciwanê Êzîdî yê bi navê Osman Xêro Xwedêda rizgar kir. Osman di êrişa çeteyên DAIŞ'ê de ya 3'yê Tebaxa 2014'an de li Şengalê hatibû revandin.

Navenda Ragihandinê da zanîn ku Osman ji gundê Werdiye yê herêma Şengalê ye. Ew di 2006'an de ji dayik bûye û dema zarok bû, çeteyên DAIŞ’ê di 2014'an de ew û malbatê revandin.

Li gorî navendê çîroka Osman wiha ye, ew bi birayê xwe re 3 mehan li bajarê Mûsilê mabû, piştre ew ji birayê xwe hat cudakirin û çeteyan ew bi 60 zarokên Êzîdî re şandin bajarê Bokemal ê Sûriyeyê. Osman 3 salan perwerdeya şerîetê li Bokemalê dît û navê "Usama El Sinarî" lê hate kirin. Piştre ew li çolistana Sûriyeyê hatin bicihkirin û li wir jî 3 salan tev li perwerdeya leşkerî bû û 4 salan wekî çekdar di nava çeteyên DAIŞ’ê de ma. Di wê demê de Osman di teqîna mayînekê de ji lingê xwe yê rastê birîndar bû.

Osman diyar kir ku di dawiya 2024'an de ew tevî dehan çeteyên DAIŞ'ê li cihekî çolistana Himsê mabû û di rojekê de ew cih ji aliyê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve bi giranî hat bombebarankirin, di encamê de ji çete û serçeteyan 20 hatin kuştin, lê ew sax ma.

Di dawiya axaftina xwe de Osman Xêro Xwedêda kêfxweşiya ji bo rizgarkirinê anî ziman û spasiya QSD'ê kir.

(mh/fr)