Nivîsên nijadperest li şaredariyên hatine desteserkirin hatine danîn

Qeyûmê talanker pankartek bi nivîsa 'Yek dewlet, yek al, yek milet, yek welat' li deriyê Şaredariya Êlihê daliqand û li her qonaxa avahiyê polîs bi cih kirin. Her wiha hevjînên polîs û leşkeran tev li kar kirin.

Nivîsên nijadperest li şaredariyên hatine desteserkirin hatine danîn
19 mijdar, 2024   23:42
 NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê Batmanê Ekrem Canalp ê ku li şûna hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik weke qeyûm hate erkdarkirin pankarta bi nîşaneya Rabîa ya bi nivîsa 'Yek dewlet, yek al, yek milet, yek welat' li deriyê şaredariyê daliqand. Canalp ê dagirker, bi erkê walîtiyê dora şaredariyê bi bendên polîsan girt û gelek polîsên Midûriyeta Emniyetê ya bajêr weke 'tedbîrên ewlekariyê' li nava avahiya şaredariyê bi cih kir.

Canalp ê talanker careke din cîhaza X-Ray li şaredariyê bi cih kir, ku beriya niha ji aliyê hevşaredarên DEM Partiyê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik ve hatibû rakirin.

Her wiha Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê (GENEL-ÎŞ) ragihand ku cihê 300 karkeran hatiye guhertin. Li gorî agahiyan talanker gelek hevjînên leşker û polîsan li şaredariyê tevlî kar kiriye.

(mh)