Nîqaşa li ser cihê konê sersaxiyê bû sedema birîndarbûna 12 kesan

Li Şedadê nîqaşa cihê danîna konê sersaxiyê bû sedema birîndarbûna 12 kesan.

Nîqaşa li ser cihê konê sersaxiyê bû sedema birîndarbûna 12 kesan
29 nîsan, 2024   12:57
HESEKÊ

Li gundê Ewed ê navçeyê Şedadê ya kantona Cizîrê kesekî wefat kir. Li ser cihê danîna konê sersaxiyê nakokiya malbatî çêbû û ciwanekî bombeyekî destan avêt konê sersaxiyê. Di encamê de 12 kes bi sivikî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên Hesekê. Ji birîndaran navên Muehemd Cemîd û kurê Salih El Mislim hatin zanîn.

Xebatkarên nexweşxneyan diyar kir ku rewşa birîndaran aram e.

(bb)

ANHA