Hikumeta Şamê careke din buhayê sotemeniyê zêde kir

Hikumeta Şamê di nava mehekê de cara sêyemîn e buhayên sotemeniyê zêde dike.

Hikumeta Şamê careke din buhayê sotemeniyê zêde kir
Hikumeta Şamê careke din buhayê sotemeniyê zêde kir
Hikumeta Şamê careke din buhayê sotemeniyê zêde kir
Hikumeta Şamê careke din buhayê sotemeniyê zêde kir
29 nîsan 2024   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxeran a hikumeta Şamê duh lîsteya buhayan a nû yên sotemeniyê derxist. Lîsteya buhayan a nû piştî çend rojan ji dayîna biryarên kêmkirina parên sotemeniyê hatiye derxistin.

Di çend saetên dawîn de çavkaniyeke nêzî hikumeta Şamê diyar kir ku beriya ku lîsteya buhayan were derxistin li tevahî herêmên hikumeta Şamê firotina benzîn û mazotê ya bi rêya kartan, hat rawestandin.

Li gorî lîsteya nû, buhayê lîtreyeke benzîna oktan 90 ku berê bi 11 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê bû, bûye bi 12 hezar lîre. Buhayê lîtreya benzîna oktan 95 jî ji 14 hezar û 290 lîreyan derket 14 hezar û 870 lîreyî. Her wiha buhayê lîtreya mazota baş bû 12 hezar û 426 hezar û buhayê toneke fueloil derket 9 milyon û 5 hezar û 990 lîreyî.

Hikumeta Şamê di vê mehê de cara sêyemîn e û ji destpêka îsal ve cara heftemîn e buhayên sotemeniyê zêde dike.

(bb)