Nîda El Beled piştgirî da banga Şêx Xezal

Şepêla Nîda El Beled El Dîmuqratî (Banga Welat a Demokratîk) piştgirî da banga Şêx Xezal Xezal a xwepêşandanên girseyî yên aştiyane û banga çareseriya siyasî kir.

Nîda El Beled piştgirî da banga Şêx Xezal
28 kanûn, 2025   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê û Diyasporê Şêx Xezal Xezal, ji bo şermezarkirina êrişa li djiî mizgefta Elî bin Ebî Talib a Humsê ku di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn, bang kir ku îro (28 kanûn 2025) xwepêşandanên girseyî û aştiyane pêk bînin.

Şepêla Banga Welat a Demokratîk jî daxuyaniyek da û piştgirî da banga Şêx Xezal Xezal a xwepêşandanên girseyî yên aştiyane.

Şepêlê di daxuyaniyê de ev bang kir "Em bang li hemû kesên bi rûmet ên li welat, evîndarên dewleteke bi rûmet a nîştimanî, dewleteke aştiyane ya ji bo her kesî û dewleta hemwelatîbûn û qanûnê dikin ku beşdarî xwepêşandanên aştiyane bibin."

Şepêlê her wiha banga sekna li hemberî tundî û terorê û xwedîderketina li nirxên nîştimanî kir.

Şepêlê diyar kir ku ev tevgerên aştiyane di çarçoveya hewlên ji bo avakirina dewleteke yekbûyî ya hevbeş de tên ku li ser bingehên demokratîk, laîk û nenavendîtiya siyasî be.

Şepêla Nîda El Beled bang li hêzên nîştimanî û navneteweyî kir ku berpiryariyên xwe bi cih bînin, binpêkirinan rawestînin, sivîlan biparêzin, her wiha rê li ber çareseriyeke siyasî ya giştî ve vekin ku hêviyên tevahî sûriyeyan bi cih bîne.

(b)