Hêvî û daxwazên xelkê Qamişloyê di sala nû de

Welatiyên Qamişloyê ji bo sala nû hêvî kir ku bi sala nû re êriş rawestin bi taybet li ser Şêxmeqsûdê, wekhevî, azadî, aramî û ewlehî pêk were.

Hêvî û daxwazên xelkê Qamişloyê di sala nû de
28 kanûn, 2025   10:43
QAMIŞLO
AYENDA HISO

Bi munasebata hatina sala 2026`an welatiyên ji bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê hest û hêviyên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Sêf Behrî hatina sala nû li hemû xelkê cîhanê, pêkhateyên herêmê pîroz kir û diyar kir ku ew dixwazin şêniyên herêmê bi hemû rengên xwe di nava wekhevî, azadî û aramiyê de bijîn.

Resmiya Berfo da zanîn ku ew daxwaz dikin ku li Kurdistanê aramî çêbibe û êriş bisekinin, bihayê pêdiviyên jiyanî jî li herêmê erzan bibin.

Mihemed Xêr Hisên jî destnîşan kir ku ew hêvî dikin ku sala nû ji bo pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bi xêr û xweşî derbas bibe û wiha got: “Em bi hêvî ne êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestin. Çawa rejîma berê zulm û zordarî dikir, ev rejîm jî heman kiryar û sûcan pêk tîne."

Di dawiyê de Leyla Mihemed Mûsa jî diyar kir ku ew bi hêvî ne ku di sala nû de rojên xweş, dûrî şer aram bijîn.

(fr)

ANHA