Nezelaliya peywendiyên Misir û Sûriyê û biryarên nû yên Trump rojeva rojnameyên erebî ne

Di têkiliyên fermî di navbera Misir û Sûriyê de rewşeke nezelaliyê heye, li gorî çavêdran dibe ku aborî bibe sdedma başkirina têkiliyên di navbera her du welatan de. Her wiha dê gelek dosyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bêne vekirin piştî ku Trump xwe jê vekişand.

Nezelaliya peywendiyên Misir û Sûriyê û biryarên nû yên Trump rojeva rojnameyên erebî ne
22 ÇILE, 2025   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên vê sibê behsa nezelaliya peywendiyên fermî yên di navbera Misir û Sûriyê û biryarên cîbicîkar ên Trump û bandorên wan kirin.

NÛAVAKIRIN DOSYAYA BAŞKIRINA PEYWENDIYÊN DI NAVBERA QAHÎRE Û ŞAMÊ YE

Rojnameya El Ereb a Londonê li ser peywendiyên di navbera Misir û Sûriyê de nivîsî: "Ji dema hilweşandina rejîma Beşar Esed ve, di têkiliyên fermî yên di navbera Misir û Sûriyeyê de rewşeke nezelaliyê heye, tevî ku rêveberiya nû ya Şamê li hember hin kesên li dijî Misrê ne hin  tedbîr girtin û weke sinyal hin video jî weşandin lê Misrê bersiv neda. "

Rojnameyê her wiha nivîsî: " Dibe ku aborî bibe dosyaya başkirina têkiliyên siyasî di navbera her du welatan de, bi rêya îhtîmala beşdarbûna Qahîreyê di kar û barên nûavakirina Sûriyeyê de, û sûdwergirtina ji pisporiya Misrê di warê avakirina binesaziya sereke de, ku dê sûdê bide herdu aliyan."

TRUMPÊ DUYEMÎN

Rojnameya El Xelîc di gotara xwe sereke de nivîsî: "Eşkere ye ku Trump hewl dide mohra xwe li ser `Pêşî Amerîka` û ‘Dîsa Bihêz’ bihêle, û hemû destkeftên rêveberiyên berê yên ku ew wan weke binkeftin bibîne, ji holê rake, weke ku ew ji sifirê bi rêvebiriyek nû û bernameyeke û ya kar ji ya rêveberiyên berê cudatir dest pê dike."

Rojnameyê her wiha nivîsî ku "Trumpê duyem ne Trumpê yekem e, belkî ew kopiyeke pêşketî be ku mîrateya çar salaê tawanbarkirin û helwestên li dijî wî hilgirtiye. Hatiye ji her kesên ku li hember wî rawestiyane bêje: Min hûn têk birin... Ez ê yekem im."

SOZ Û GEFÊN TRUMP JI AVHEWAYÊ HETA BI TENDURISTIYÊ

Rojnameya Eşerq El Ewset jî li ser heman mijarê wiha nivîsî: "Yek ji biryarên herî girîng ên ku Trump ragihandiye, vekişîna Amerîkayê ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ye, ku dema serokatiya xwe ya berê de ev biryar dabû, lê Biden biryar rawestan."  

Rojnameyê behsa wê yekê kir ku bandorên vê biryarê li ser asta cîhanî hene, ji ber ku Washington mezintirîn piştevanê darayî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ye, ji sedî 18 ji tevaya darayiya rêxistinê ji Amerîkayê ye."

(k)