Nexweşxaneyeke welidandinê hat vekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê nexweşxaneyeke welidandinê vekir.

Nexweşxaneyeke welidandinê hat vekirin
Nexweşxaneyeke welidandinê hat vekirin
Nexweşxaneyeke welidandinê hat vekirin
Nexweşxaneyeke welidandinê hat vekirin
Nexweşxaneyeke welidandinê hat vekirin
Nexweşxaneyeke welidandinê hat vekirin
Nexweşxaneyeke welidandinê hat vekirin
Nexweşxaneyeke welidandinê hat vekirin
Nexweşxaneyeke welidandinê hat vekirin
Nexweşxaneyeke welidandinê hat vekirin
Nexweşxaneyeke welidandinê hat vekirin
Nexweşxaneyeke welidandinê hat vekirin
10 cotmeh 2024   14:59
TEBQA

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê bi merasîmekê Nexweşxaneya Welidandinê li bajarê Tebqayê vekir.

Bi dehan şêniyên kantonê, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya û endamên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî merasîme vekirina nexweşxaneyê ya li bajarê Tebqayê bûn.

Di merasîma piştî deqeyeke rêzgirtin dest pê kir de Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Tebqayê Ubeyd Muslim axivî û got: "Weke Desteya Tenduristiyê ya kantona Tebqayê erka me ye xizmeta tenduristiyê pêşkêşî gelê xwe bikin. Armanca me ew e ku li gorî Hevpeymana Civakî civakeke tendurist û ekolojîk ava bikin."

Hevseroka Desteya Rêveber a Kantona Tebqayê Hind El Elî anî ziman ku armanca wan xizmetên zêdetir pêşkêşî şêniyan bikin û wiha domand "Em îro avakirina Nexweşxaneya Welidandinê radighînin. Desteya Tenduristiyê ji 2 salan ve xebatên avakirina vê nexweşxaneyê dike ku bûye sembolek di qada tenduristiyê de."

Hind El Elî bi bîr xist ku ji dema rizgarkirina kantona Tebqayê ve, tevî vê nexweşxaneyê 14 navendên tenduristiyê li Tebqayê hatine vekirin.

Di merasîmê de Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cûd Mihemed jî vekirina nexweşxaneyê wekî serkeftineke girîng bi nav kir. Diyar kir ku vekirina nexweşxaneyê berhema kedeke hevbeş a civakê û kombûna wê ya li dora Rêveberiya Xweser e.

Piştî axaftinan, deriyê nexweşxaneyê ji aliyê dayika şehîd Şahîn Dêrî, Hesna El Elî ve hat vekirin.

(bb)

ANHA