18667 kes ji Lubnanê hatine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Hejmara kesên ji ber şer ji Lunbnanê hatine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 18 hezar û 667.

Maseya krîzê diyar kir heya niha 18 hezar û 667 kes ji ber şerê li Lubnanê xwe li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtine.
Li gorî maseyê, hejmara kesên ji Lubnanê hatine wiha ne; 6 hezar û 555 mêr, 5 hezar 907 jin û 6 hezar û 130 zarok. Di nav vê hejmarê de 58 Lubnanî û 17 cenaze jî hene.
Kesên ji Lubnanê tên an di malên xwe de yan jî li gel xizmên xwe bi cih dibin. Kesên mal û xizmên wan li herêmê tune bin jî Rêveberiya Xweser ji wan re navendan dabîn dike.
Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Lubnanê 24`ê Îlonê ji bo şopandina kar û barên penaberên sûriyeyî yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komîteyek ava kir. Komîte tevgera kesên dixwazin vegerin hêsan dike û pêwîstiyên wan bi cih tîne.
Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya maseya krîzê ya ku ava kiriye, kesên ji Lubnanê tên pêşwazî dike û wan bi cih dike.
Hevya Sor a Kurd jî li hemû bajaran konên komkirina alîkariyan vedaye.
(bb)
ANHA