Newroza Kobanê dê sibê were pîrozkirin

Newroza Kobanê ji ber barana zêde hat taloqkirin. Rêveberiya Xweseriya a Demokratîk a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê pîrozbahiya Newrozê sibê (22’yê Adarê) li girê Miştenûrê li dar bikeve.

Newroza Kobanê dê sibê were pîrozkirin
21 adar, 2024   11:03
KOBANÊ

Pîrozbahiyên Newrozê yên ku dê îro li Kobanê, Şehba û Helebê bihatana lidarxistin, ji ber barana dijwar hatin taloqkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê Newroza Kobanê sibê (22 Adar) were pîrozkirin.

Daxuyaniya têkildarî mijarê li qada Newrozê ji aliyê komîta Amadekar Mizgîn Xelîl ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Îro ji ber barîna baranê ya zêde û rewşa hewa, pîrozbahiya Newrozê hat taloqkriin. Em ê sibê (22`yê Adarê) li kaşê Miştenûrê Newroza xwe pîroz bikin.

Em sibê saet di 10.00’an gelê xwe dawetî Miştenûrê dikin da ku em bi hev ra Newroza xwe pîroz bikin."

(sş/bb)

ANHA