Ji gerîlayen azadiyê govend Newrozê

Li qadeke din a gerîla li herêma Bradostê jî Newroza serketin û azadiyê di nava şerê giran ê li dijî dagirkeriyê de hate pîrozkirin.

Ji gerîlayen azadiyê govend Newrozê
21 adar, 2024   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li qadên gerîla ku li dijî dagirkeriyê şerekî giran tê kirin, Newroz bi coş û kelecaneke mezin tê pîrozkirin. 

Pîrozbahî bi merasîmê destpê kir. Di merasîmê de fermandara YJA STAR’ê diyar kir ku ew ê bi sala 2024'an wateya Newrozê hîn bilind bikin û got, "Di serî de em Newrozê li Rêber APO pîroz kir û şehîdên şoreşê bi bîr tînin.  Têkoşîn û berxwedana îro li çiyayê Kurdistanê tê meşandin, bi ruhê Kawa û Mazlûman mezin dibe."

Fermandara gerîla destnîşan kir ku ew bi biryar in bi têkoşîna xwe ya sala 2024'an azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan misoger bikin.

Ji gerîlayên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn Roza û Dîrok Cûdî gotin, "Em weke gerîlayên YJA STAR'ê nirxên xwe li vir dibînin. Ji ber ku yê ku ev roj mezin kir û bi wete kir Rêber Apo bû. Ji ber wê jî barê me hîn giran û berpirsyara me ji bo azadiya civakê bi taybetî jinê heye." Herdu gerîlayên jin diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe bilind bikin heta bigihêjin azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

Gerîla Şervan û Rojhat jî anîn ziman ku ew ê ti carî ehêlin agirê Kawayê Hesinkar bitefe û gotin, "Armanca me ew e ku heta serketinê misoger nekin dest ji têkoşînê bernedin."

Gerîlayan piştî merasîmê govend gerandin û Newroz pîroz kirin.