Parêzer: Parastina Rêber Abdullah Ocalan erka me hemûyan e

Parêzerên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got parastina Rêber Abdullah Ocalan erka wan e. Her wiha tekez kirin ku çareserî û aştî tenê bi bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê pêkan e. Parêzeran diyar kir ku pêngava wan heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê dewam bike.

Parêzer: Parastina Rêber Abdullah Ocalan erka me hemûyan e
20 mijdar, 2024   03:10
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Desthilata Tirk pergala îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah Ocalan ji 25 salan ve didomîne. Zagonên navneteweyî ku li gorî naveroka wan divê Rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan, paşguh dike.

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parêzer Beşîra Cemal der barê mijarê de got parastina Rêber Abdullah Ocalan erka wan e "ji ber ku ew lîderekî siyasî û fikrî ye, lê dîl hatiye girtin."

Beşîra wiha domand: "Li gorî zagonên navneteweyî û yên xwecih, divê Rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan, lê desthilata Tirk van zagonan û tevahî bangewaziyan paşguh dike."

Beşîra destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê parastina Rêber Abdullah Ocalan bikin. Di heman demê de Beşîra bang li rêxistinên hiqûqî kir ku ji bo serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan bixebitin.

Endamê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Basim El Xelef got: "Parastina Rêber Abdullah Ocalan erkeke mirovî û exlaqî ye. Ew ronakbîr û siyasetmedar e. Banga azadiyê dike. Banga mafên jinan kir û ew ji qeydan rizgar kirin."

El Xelef wiha domand: "Ji bo ku ev pergala li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe, em ê bixebitin. Çareserî û misogeriya diyalog û aştiya li herêmê, di bidawîkirina tecrîdê de ye."

El Xelef wiha pê de çû: "Tecrîd, rê li pêşiya çareseriyên siyasî li herêmê digire. Rêber Abdullah Ocalan dikare aloziya leşkerî veguherîne çareseriyeke siyasî, mîna ku di nameya xwe de gotiye ya ku bi biraziyê xwe Omer Ocalan re şandiye."

Hevserokê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî Mihemed El Naîmî jî îşaret pê kir ku gelên herêmên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin.

El Naîmî bal kişand ser pêngava navneteweyî jî û got: "Bi saya pêngavê, bêdengiya navnetewî hate şikandin. Di encamê de Omer Ocalan bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkir. Pêngav heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û peydakirina çareseriyeke aştiyane berdewam e."

(şx/k)

ANHA