Netanyahû kabîneya şer fesih kir

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû piştî ku generalê navendî yê berê Benny Gantz ji hikûmetê cuda bû, kabîneya şer a 6 endamî fesih kir.

Netanyahû kabîneya şer fesih kir
17 hezîran 2024   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû ji wezîran re ragihand ku di civîna Kabîneya Siyaset-Ewlehiyê de, piştî cudabûna Benny Gantz û Gadî Eîzenkot Kabîneya Şer hate fesihkirin.

Hevkarên netewperest-oldar ên koalîsyonê Wezîrê Maliyeyê Bezalel Smotrîch û Wezîrê Ewlehiya Neteweyî Itamar Ben-Gvîr jî dixwestin tevlî kabîneya şer bibin. Ev biryar jî di demeke bi vî rengî de hate dayîn. Beşdarbûna van kesan a kabîneyê, di serî de DYE wê bi hevkarên navneteweyî re gengeşe zêde kiriban.