Li Pîranşarê jinek bi destê hevserê xwe hate qetilkirin
Jina bi navê Leylî Paymerd a ji Pîranşarê piştî ku 4 rojan li nexweşxaneyê ma, jiyana xwe ji dest da. Leylî ji aliyê hevserê xwe ve hatibû şewitandin.
![Li Pîranşarê jinek bi destê hevserê xwe hate qetilkirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202406/image_870x_667002af9d2f4.jpg)
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku duh jina bi navê Leylî Paymerd a ji Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê, li nexweşxaneya Urmiyeyê ji ber rêjeya zêde ya şewatînê jiyana xwe ji dest daye.
Hate zanîn Leylî dayika 2 zarokan bû û beriya hefteyekê ji aliyê hevserê xwe ve hatibû şewitandin.
Piştî bûyerê, zilamê bûyer pêk aniye, reviyaye.