Netanyahu: Êrişên li dijî Hizbullahê dê bidomin

Serokwezîrê Îsraîlê got welatê wî dê li Lubnanê "bi hêz û dîqet " êrişan li dijî Hizbullahê bidomîne û anî ziman ku operasyon dê "li her cihê pêwîst" berdewam bikin heta ku ewlehî li bakurê Îsraîlê mîsoger bibe.

Netanyahu: Êrişên li dijî Hizbullahê dê bidomin
9 nîsan, 2026   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu anî ziman ku welatê wî dê "li her cihê pêwîst" êrişan li dijî Hizbullahê bidomîne.

Netanyahu di nivîsekê de ku li ser X'ê parve kiriye, got: "Em bi hêz, dîqet û bi biryardarî li dijî Hizbullahê êrişan didomînin. Peyama me zelal e: em ê li her kesên ku li dijî sivîlên Îsraîlê tev bigerin, bidin. Em ê li her cihê pêwîst êrişan li dijî Hizbullahê bidomînin heta ku em ewlehiya tekûz ji niştecihên bakurê Îsraîlê re dabîn dikin."

(bb)