Serokwezîrê Iraqê: Kesên destê wan di êrişa li ser Hewlêrê de heye hatin girtin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî ragihand ku kesên destê wan di êrişa li Hewlêrê ya li dijî hêzên fransî de heye, hatine girtin.

Serokwezîrê Iraqê: Kesên destê wan di êrişa li ser Hewlêrê de heye hatin girtin
9 nîsan, 2026   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî duh ragihand ku kesên destê wan di êrişa li ser baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Hewlêrê de hebû ku di encamê de leşkerekî fransî hatibû kuştin, hatine girtin.

13'ê Adara îsal serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihandibû li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê leşkerekî Fransayê hatiye kuştin û hin ji wan jî birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku leşkerên fransî li herêmê piştgiriya perwerde û şêwirmendiyê dida hêzên ewlehiyê yên Iraqê. Ji ber şer û pevçûnên li herêmê, di rojên dawîn de li dijî leşker û baregehên biyanî her ku diçe êriş zêde dibin.

(bb)