Nesrîn Ebullah: Avakirina eniyeke hevbeş a jinan pêwîstiyek e

Ji Fermandarên YPJ’ê Nesrîn Ebdullah bal kişand ser girîngiya parastinê û got, avakirina eniyeke hevbeş ya jinan ji hemû tiştan pêwîstir e.

Nesrîn Ebullah: Avakirina eniyeke hevbeş a jinan pêwîstiyek e
2 kanûn, 2024   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 25`ê Mijdarê de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di bin dirûşma “Jina birêxistinkirî jina bi hêz çeka herî mezin a parastinê ye” de Komxebata 2ˈyemîn a Jin û Parastin a Rojhilata Navîn li dar xistibû.

Der barê girîngiya komxebatê û encamên wê de ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Ebdullah ji ANHA`yê re axivî.

`AVAKIRINA ENIYEKE HEVBEŞ A JINAN JI HEMÛ TIŞTAN PÊWÎSTIR E`

Nesrîn Ebdullah di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dema lidarxistina komxebatê û got: "Lidarxistina komxebatê di pêvajoyeke wiha de ku giraniya şerê cîhanê yê sêyemîn li ser Herêma Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê ye gelekî girîng e. Encamên ku derdikevin pêş  di serî de li ser jinan qirkirina nasname, xwebûn û çandan tê meşandin.  Li hemberî van şer û siyasetan jî avakirina eniyeke hevbeş a jinan ji hemû tiştan pêwîstir e."

Nesrîn Ebdullah der barê 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de jî ev nirxandin kir: “Niha bi sedan jin li Îranê li ber benê darvekirinê ne, bi hezaran jin di zindanên dewleta Tirk de ne, li Filistîn, Lubnan û Sûriyeyê jî ew qas êrişên giran têne kirin û rojane jin û zarok têne qetilkirin. Em qebûl nakin ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan rojek tenê be. Divê Her roj û kêlî wê ji bo me têkoşîn bin.”

`DIVÊ JIN HIŞYAR BIN`

Nesrîn Ebdullah destnîşan kir ku heke jin bi xwe hêza xwe ava neke, xwe birêxistin neke û ji bo xwe nexşerêyekê çêneke wê zilam bi zîhniyeta xwe nexşereyên bi xefk ji jinan re deyne. Nesrîn got "Zilam  ji bo ku jinan bikşînin van xefikan û enerjiya wan bixin xizmeta pergala xwe gelek siyasetan dikin. Ji bo wê divê jin hişyar bin."

`DIVÊ JIN LI HEMBERÎ DAGIRKERÎ Û BINDESTIYÊ XWEDÎ HELWEST BIN`

Fermandara YPJˈê Nesrîn Ebdullah bal kişand ser jinên li Sûriyeyê û diyar kir ku jinên li Sûriyeyê li welatekî ne ku şer lê heye û mafên wan tên binpêkirin, welat tê dagirkirin û civak tê tunekirin û wiha domand "Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemû Sûriyeyê jî di hemû qadên siyasî, civakî û xweparastin de pêwîstî bi rêxistinkirineke hevbeş heye. Divê jinên li Sûriyeyê bi yek dengî û helwestî sûriyeyîbûna xwe bidin nîşandan, li hemberî dagirkerî, bindestî û koletiyê derkevin."

`PÊŞINYARÊN KU HATIN KIRIN WÊ RÊVEKIRINEKE NÛ BE`

Nesrîn Ebdullah da zanîn ku komxebat bi armanca pêşxistina siyaseteke hevbeş, stratêjiyên hevbeş û xweparastineke hevbeş û ji bo derxistin plansaziyên nû û peydakirina nexşerêyên nû hat lidarxistin û ev nirxandin kir "Kombûna ku di hundirê komxebatê de çêbû weke nimûneyeke ji bo nûnertiyê hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Aşûr û Ermenên li Rojhilata Navîn  ye. Hemû pêşinyarên derketin ji bo berjewendiyên jin û pêşxistina siyaseta xweparastinê û  ji bo rêvekirineke nû ye."

Nesrîn Ebdullah bang li hemû jinên li Rojhilata Navîn kir ku bi yek dengî, helwesteke hevbeş, rihek hevbeş û rêxistinbûyîneke hevbeş di bin slogana “Jina birêxistinkirî jina bi hêz çeka herî mezin a parastinê ye” tevbigerin.

(sb/bb)

ANHA