` Bi yekitiyê hêzê çêdibe bi hêzê serketin pêk tê`

Welatiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê armanca tevgerên vê dawiyê de li Sûriyeyê axivîn, welatiyan diyar kir ku ev tevger beşeke nû ya trajediya Sûryeyê ye. Welatiyan li dijî êrişan banga "hevgirtina nîştimanî" kir.

` Bi yekitiyê hêzê çêdibe bi hêzê serketin pêk tê`
2 kanûn, 2024   07:40
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Ji Çarşema borî ve, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) êrişî bajarê Helebê û gundewarê wê dikin. Di encama êrişê de hêzên hikûmeta Şamê ji gelek deveran vekişiya û çeteyan piraniya bajêr Helebê desteser kirin û berê xwe dane bajarê Hemayê. Di heman demê de êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Der barê van geşedanan de welatiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku yekitiya pêkhateyan û xurtkirina yekrêziyê, yekane rêya xweparastinê û têkibirina hemû planên li dijî aramiya herêmê ye.

Welatiyê bi navê Mihemed Xelîl Umer ji gundê Mistefawiyê yê bajarê Girkê Legê diyar kir ku Sûriye di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û welatiyên Sûryeyê ji ber nakokiyên hêzên derve êş û azaran dikşînin.

Der barê helwesta xwe ya li ser geşedanên dawî yên li Heleb û Hemayê de  welatiyên bi navê Mihemed El Umer anî ziman ku berxwedan û hevgirtin yekane rêya hebûnê ye. El Umer bal kişand ser hevgirtin û helwesta şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî û got ku biryara wan gaveke hişmend e.

Welatiyê bi navê Mihemed Sebîh anî ziman rewşên ku Sûriyê di salên borî de derbas kiriye, ji hemû pêkhateyan re bûne ders û got,  ji bo têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêwîstî bi hevgirtin û xebateke hevpar heye.

Sebîh da zanîn ku armanca van êrişan wêrankirina Sûriyeyê û pêkhateyên wê ye.

Sebîh bal kişand ser girîngiya hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berxwedana wan li hemberî êriş û planên li dijî herêmên wan û got, hevgirtin û yekrêzî dê van planan têk bibe.

Sebîh da zanîn ku pêwîst e pêkhateyên Sûriyeyê di vê qonaxê de xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwe birêxistin bikin û tedbîrên pêşgiriyê yên guncaw bigirin.

Welatiya bi navê Emîra Oskan bi hevokekê van geşedanên bi lez rave dike: “Bi yekitiyê hêzê çêdibe, bi hêzê serketin pêk tê.”

(k)

ANHA