Rojava ji bo dubarekirina serkeftina Kobanê pêşberî derfeteke dîrokî ye - MISTEFA ELO

Rojava ji bo dubarekirina serkeftina Kobanê pêşberî derfeteke dîrokî ye - MISTEFA ELO
2 kanûn, 2024   07:10

Piştî deh salan ji berxwedana Kobanê ku serketineke dîrokî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê pêk hat, dema ku Serokkomarê faşîst Recep Tayyîp Erdogan dilê xwe bi ketina Kobanê xweş dikir. niha jî pêkhateyên Rojava pêşberî derfeteke dîrokî ne ji bo serkeftineke dîrokî bi dest bixin.

Di sala 2014’an de piştî ku destûr hate dayin ku çeteyên DAIŞ’ê Mûsilê dagir bikin û êrişî Şengalê bikin li Iraqê, çeteyan piştre Reqa ya Sûriyeyê dagir kirin, sînorê di navbera Sûriyeyê û Iraqê de rakirin û qaşo “Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê” ragihandin, êdî êrişî kantona Kobanê kirin, ku wê demê yek ji wan sê kantonên herêmê bû.

Parêzgeha Mûsilê ku bi sed hezaran leşkerên Iraqê bi çekên sivik, navîn û giran hebûn, di nava çend saetan de ket destê çeteyên DAIŞ'ê.

Demeke kurt piştî dagirkirina Reqayê, çeteyên DAIŞ’ê ku dirûşma “hilweşandina rejîmê” berz dikirin, berê xwe dan bajarê Kobanê yê girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

Di 15’ê Îlonê de êrişan dest pê kir û piştî berxwedana zêdeyî 130 rojan a Kurd, Ereb û enternasyonalîstan, ku piştî banga serferberiya giştî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin, DAIŞ hate şikandin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi ser ket. Ev derba yekem bû ku li projeya dagirkeriyê ya Erdogan ket.

Bûyerên îro pir dişibin bûyerên sala 2014an. Li Rojhilata Navîn nexşe têne guhrtin. Ev guhertina ku bi êrişa Hemasê ya li dijî Îsraîlê di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kir, hê jî didome.

Tişta ku berî deh salan li Mûsilê qewimî, li Heleba Sûriyeyê jî qewimî. Di demeke kin de çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) beşeke mezin ji bajarê Helebê û gundewarên rojava û başûr û gundewarê Idlibê dagir kirin.

Di rojên pêşî de hêzên navdewletî û herêmî, di nav wan de hevalbendên Beşar Esed, bêdeng man heta ku çete gihiştin derdora bajarê Hemayê li navenda Sûriyê, ji nû balafirên şer ên Rûsyayê dest bi hin êrişan kirin li ser çeteyên li navend û derdora Helebê, her wiha alîgirên Îranê jî dest pê kirin gefan li çeteyên dewleta Tirk a dagirker dixun.

Dema ku hikûmeta Şamê behsa êrîşeke dijber kir li dijî çeteyên ku dibêjin armanca wan "hilweşandina rêjîmê ye", leza şer û pevçûnên bi hêzên hikûmetê re sivik bû, û çeteyan berê êrişên xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser, bi taybetî bajarê Til Rifat li herêma Şehbayê, weke sala 2014an, dema dest ji êrişa li "rêjîmê" berdan û berê xwe dane Kobanê. Bi vî awayî careke din eşkere bû ku armanca wan ne "hilweşandina rêjîmê" ye, lê belê hilweşandina Rêveberiya Xweser e.

Di pêvajoya berxwedana Kobanê de, Rêveberiya Xweser ji 3 kantonan (Efrîn, Kobanê û Cizîrê) pêk dihat û ji aliyê erdnîgarî ve ji hev hatibûn cudakirin. Lê îro Rêveberiya Xweser di rewşeke baştir de ye.

Rêvebiriya Xweser ji sala 2014`an pir zêdetir xwediyê egerên bidestxistina serketinê ye. Rêvebirî herêmên berfireh birêve dibe, ev herêm ji hêla nîjadî û olî ve û çavkaniyan ve dewlemend e, û ji aliyê erdnîgarî ve jî girêdayî hev in, ji bilî hin deveran.

Rêveberiya ku 10 sal temam kirin û ket sala xwe ya 11’an, bi berxwedan û projeya xwe ya demokratîk, piştgiriya cîhana azad bi dest xist.

Rêveberiya Xweser di berxwedanê de jî xwedî ezmûneke dirêj e û gelek ders ji Berxwedana Rûmetê ya Serê Kaniyê û Girê Spî û Berxwedana Serdemê ya Efrînê derxistine.

Ev eger û faktor derfeteke bi hêz in di destê Rêveberiya Xweser de ji bo şikandina çeteyên ku êrişî Til Rifetê dikin û dewleta Tirk a dagirker. Her wiha pşaê jî serkeftinên berfireh pêk bîne, weke pêvajoya piştî rizgarkirina Kobanê, ku wê demê hemle li pey hev pêk hatin heta ku gihiştin Dêrazorê, Reqa, Minbic, Tebqa û Şehbayê.

Li vir helwesta hevpeymana navnetewî ya şerê li dijî DAIŞ'ê cihê pirsê ye: Gelo wê ji bo piştgiriya gelê berxwedêr destwerdanê bike, an jî li hemberî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker wê bêdeng bimîne?

(k)