Xelkê Minbicê li dijî êrişan li ber xwe didin

Şêniyên gundên kantona Minbicê yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên topbarankirin diyar kir ku ew hêza xwe ji hêzên leşkerî yên ku sînor ji êrişan diparêzin, werdigirin. Şêniyan destnîşan kir ku ew tu carî dev ji xaka xwe bernadin.

6 adar, 2024   05:37
MINBIC

Gelek gundên bakur û rojava ên kantona Minbicê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi awayekî rojane tên topbarankirin.

Şêniya bi navê Fatme El Ehmed a ji gundê Kawiklî ku rojane ew gund tê topbarankirin axivî û wiha got: "Dewleta Tirk û komên wê rojane gundê me topbaran dikin. Di encamê de zirarên madî û derûnî çêdibin, zarok û temenmezin ditirsin."

Fatme der barê topbarana herî dawî de wiha axivî: "Duh gundê me bi 8 - 9 topan hat topbarankirin. Malên sivîlan hatin hedefgirtin. Di encamê de jinek pir tirsiya û rakirin nexweşxaneyê."

Fatme diyar kir ku di encama topbaranê de zirar gihîştiye zeviyên çandiniyê jî û wiha pê de çû: "Armanc ji topbaranê şênî werin tirsandin da ku ji mal û xaka xwe derkevin."

ˊEM BERXWEDANA XWE JI HÊZÊN XWE YÊN LEŞKERÎ WERDIGIRINˊ

Fatme wiha domand: "Tevahî gundên li eniyên şer bi vî awayî tên topbarankirin. Lê belê şênî li ber xwe didin. Hêzên me yên leşkerî jî van êrişan têk dibin. Em bi wan hêzên xwe bawer in, ji ber ku ew zarok, xwişk û birayên me ne."

Fatme destnîşan kir ku çiqas êriş giran bibin dîsa jî ew dev ji xaka xwe bernadin û nehêlin planên dijmin pêk bên.

Di dîmenên ku nûçegihanên me li wan gundan girtine de, zirarên topbarana dewleta Tirk a dagirker li mal û milkên welatiyan diyar dibe.

Her wiha, Wefa El Elêwî ya ji gundê Yalnî wiha axivî: "Em rojane ji aliyê Tirkiyeyê ve tên topbarankirin. Ev topbaran jî ketober in û malbatên me yekser dikin armanc."

Wefa El Elêwî diyar kir ku ji ber topbaranê şêniyên gund dikevin rewşa tirsê û stresê û got: "Em dizanin ku armanc ji vê topbaranê ew e ku em ji mal û xaka xwe derkevin, lê tevî wê jî em ê li vir bimînin."

Wefa El Elêwî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hêzên leşkerî ji bo parastina vê xakê berdêlên herî buha didin, ne ji îradeya wan ba jî şêniyan ev hêz nedigirt.

(mh)

ANHA