Nergîz Mûhammedî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir

Aktîvîsta mafên mirovan û xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê Nergîz Mûhammedî ku li girtîgeha Evînê ya li Tehranê girtî ye, dest bi greva birçîbûnê kir.

Nergîz Mûhammedî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
7 mijdar, 2023   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbata Nergîz Mûhammedî ragihand ku keça wan li girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Di  daxuyaniyê de hate gotin; “Nergîs Mûhammedî beriya çend saetan ji malbata xwe re ragihand ku dest bi greva birçîbûnê kiriye. Di mijara tenduristiya wê de em bi fikar in.”

Malbatê ragihand; “Ji her tiştên ku bêne serê Nergîza me wê Komara Îslamê berpirsyar be.”

Nergîz bêparhiştina girtiyan ji derfetên lênihêrînê û ferzkirina nixumandina serê jinan şermezar dike. Beriya çend rojan rayedaran Nergîz Mûhammedî nebiribûn nexweşxaneyê ji ber ku qebûl nekir ku serê xwe binixumîne.

Malbatê bal kişand ser nexweşiyên pişik û dil ên Nergîz Mûhammedî û diyar kir ku divê teqez bê dermankirin.

Nergîz Mûhammedî yek ji jinên pêşeng ên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ye. Di 6’ê Cotmehê de Xelata Nobelê ya Aştiyê jê re hate dayîn.