‘Hilbijartinên ku hikumeta veguhêz amadekariya wan dike ne rewa ne’

Siyasetmedarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku hilbijartinên ku hikumeta veguhêz amadekariya lidarxistina wan dike, ne rewa ne û dûrî hemû pîvanên demokrasî û zelaliyê ne. Siyasetmedaran got dixwazin bi van hilbijartinan raya giştî ya derve û hundir bixapînin.

‘Hilbijartinên ku hikumeta veguhêz amadekariya wan dike ne rewa ne’
16 îlon, 2025   03:45
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi armanca domandina desthilatdariya xwe gavên yekalî li pey hev diavêje. Ji gavên wê yên tê payîn pêk were hilbijartinên “Meclisa Gel” in. Gelê Sûriyeyê jî bi çavê nerazîbûnê li van hilbijartinan mêze dike. Ji ber ku dê ji 210 endamên meclisê 70 ji aliyê serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri ve werin erkdarkirin. Di heman demê de şertên ji bo hesabê vegerê ji aliyê desthilatê ve hatine danîn. 

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser mijarê ji ANHA’yê re axivîn.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Dr. Hisên El Ezam der barê mijarê de got ev hilbijartin nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê nakin û ev tişt anî ziman: “Hilbijarinên dê werin lidarxistin, ne rewa ne. Divê hilbijartin nûnertiya hemû gelê Sûriyeyê bikin. Divê pêşbaziyek di navbera namzetên cuda de çêbe.”

El Ezam da zanîn ew ê lidarxistina hilbijartinan bi vî rengî nas nekin û wiha dom kir: “Em ê van hilbijartinan nas nekin. Ji ber Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi îdareya xwe û partî, rêxistinên siyasî û civakî tê de cih nagirin. Hilbijartinên hikumeta veguhêz dixwaze li dar bixe, bi tu awayî têkiliya wan bi demokrasiyê re nîn e. Nûnertiya gelê Sûriyeyê jî nake.”

El Ezam li ser erkdarkirina hin endamên meclisê ji aliyê serokê veguhêz Ehmed El Şeri ve ev tişt anî ziman: “Tê gotin dê hin endamên meclisê bêyî hilbijartin werin erkdarkirin. Ev diyardeyeke demokratîk nîn e. Nûnertiya pêkhateyên Sûriyeyê nake. Hilbijartin divê bi awayekî demokratîk û zelal pêk werin. Em van hilbijartinan qebûl nakin.”

Dr. Hisên El Ezam diyar kir ku hikumeta veguhêz li ser rêya hikumeta berê dimeşe û wiha dom kir: “Hilbijartinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê negirin nava xwe, dê nûnertiya gel nekin. Ev diyarde dûrî rastiya gelê Sûriyeyê ye. Meclisa Gel a tê payîn were hilbijartin dê bibe dengê desthilatê. Wê di xizmeta berjewendiya desthilatê de be. Ev kopiyeke zîhniyeta rejîma Baasê a berê ye. Tenê di xizmeta berjewendiya xwe de tev digere.”

Nûnera Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Îlham Metlê jî li ser mijarê axivî û bi bîr xist ku hikumeta veguhêz li ser dûrxistina jinan kar dike û wiha dom got: “Di demekê de jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêjeya ji sedî 50 di hemû qadên rêvevberiyê de cih girtiye. Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi tu awayî nûnertiya Sûriyeya pir reng nake. Hilbjartinên niha behsa wê dikin tu rengê demokrasiyê di nava xwe de nagirin. Bi tu awayî dê nûnertiya gelê Sûriyeyê neke. Bi taybet dê ji sê paran parek namzetan ji aliyê serokê hikumeta veghêz ve were erkdarkirin. Ne beşdariya jinan bi xwe cihê şermezariyê ye. Ev dûrbûna vê hikumetê ji demokrasiyê nîşan dide.”

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Îfram Îshaq jî der barê mijarê de ev tişt anî ziman: “Hilbijartina meclisa gel yek ji giringtirîn diyardeya demokrasî û beşdariya hemû aliya ne, heger bi beşdarbûna nûnerên hemû herêmên Sûriyeyê pêk were, dibe. Ji ber meclis nûnetiya rast a gel dike. Lê ev hilbijartinên niha ne wisa ye. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêma Siwêda beşdar nabin. Ev van hilbijarinan dûrî rastî û azadiyê dixin. Ji ber mafê namzetiyê û dengdayînê ji hemû gelê Sûriyeyê re ne hatiye dayîn.”

Îshaq di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku welatiyên suryan û tevahî xiristyanan hilbijartinan red dikin û got: “Rêjeya suryan û xiristyanan pir kêm û lawaze. Ji ber gelê Sûriyeyê nikare bi awayekî rast cihê xwe di van hilbijartinan de bigre.”

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Çep a Demokratîk Îmran El Seyîd jî li ser mijarê wiha axivî: “Hilbijartina meclisê ku tê payîn hikumeta veguhêz lidar bixe, bi erkdarkirinê tê meşandin. Ev ne hilbijartin in. Ji ber nûnertiya rengekî tenê dike û tu rol ne daye pêkhateyên gelê Sûriyeyê. Serokê desthilatê maf daye xwe yek ji sê parên endamên meclisê bi riya komîteyan erkdar bike. Ev hilbijartin ne rewa ne. Nûnertiya gelê Sûriyeyê û pirengiya wê ya çandî nake.”

Serokê Partiya Lîberal a Sûriyeyê Ferhad Têlo jî got ev kiryareke ne rewa ye û ev tişt anî ziman: “Ev nûnertiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nake. Tenê nûnertiya komên çekdar û ên cîhadist di herêmê de dike.”

Têlo di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Hikumeta veguhêz bi van hilbijartinan hewl dide gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê bixapîne. Ji ber ev hilbijartin ji hemû aliyan ve dûrî demokrasiyê ye. Nûnertiya gelê Sûriyeyê naka. Bi riya wan dixwazin komên çekdar ên di bin sîwana wan de, rewa nîşan bidin.”

(dc)

ANHA