Nêrgiz Mihemedî: Cezayê darvekirinê divê bê rakirin

Parêzvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî ji bo Werîşe Mûradî bang kir û got; “Di rejîmên zordar de ji ber ku sîstema edaletê serî li ber desthilatdariya otorîter ditewîne, rabûna li ber cezayê darvekirinê divê meseleya her kesî be.”

Nêrgiz Mihemedî: Cezayê darvekirinê divê bê rakirin
8 nîsan, 2025   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hatiye birîn şermezar kir û got; “Cezayê darvekirinê bi taybetî di sîstemeke dadgeriyê de ya ku serxwebûna xwe winda kiriye binpêkirina mafê bingehîn ê mirovan e.”

Nêrgiz Mihemedî ji ber vê yekê xwest, cezayê darvekirinê bê rakirin û got; “Di rejîmên zordar de ji ber ku sîstema edaletê serî li ber desthilatdariya otorîter ditewîne, rabûna li ber cezayê darvekirinê divê meseleya her kesî be."

Nêrgiz Mihemedî bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê ku parçeyekî berxweedana li dijî rejîma otorîter a li Îranê ye û got, “Rejîm înfazê weke amûreke zordariyê bi kar tîne.”

Nêrgiz Mihemedî diyar kir ku muxalefeta civakî divê ne tenê guherîna siyasî ji xwe re bike armanc, her wiha divê rakirina cezayê darvekirinê jî bike armanca xwe.

Parêzvana mafên mirovan herî dawî got, “Ji bo vê têkoşînê bimeşînin, em neçar in makîneya înfazê ji hev belav bikin, wergirtin û bicihanîna biryarên darvekirinê asteng bikin. Bi hêvî me ku rojekê em ê cezayê înfazê bi temamî rakin. Ew roj wê diyarker be û bibe wesîleya serketinên nû.”