Di êrişa DYA’yê de rayedarekî Hûsiyan hat kuştin

Medyaya yemenî ragihand ku di êrişên DYA’yê de rêveberê îstîxbaratên Hûsiyan Ebdulnasir Kemalî hatiye kuştin.

Di êrişa DYA’yê de rayedarekî Hûsiyan hat kuştin
8 nîsan, 2025   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ragihandinê diyar kirin ku di êrişa hêzên Amerîkayê de rêveberekî îstîxbaratên Hûsiyan bi navê Ebdulnasir Kemalî hatiye kuştin.

Medyayên ser bi Hûsiyan ve ragihandin ku hêzên DYA’yê vê sibehê êrişên nû li ser Yemenê pêk anîn.

Hate diyarkirin ku êriş li ser Senaa, Cerban a navçeya Senhanê, Cemcemiye Benî Heşîş, Heşîş, Hudeyda, du êriş li ser girava Kemran û parêzgeha Marebê û 3 êriş li ser navçeya Meczer hatine kirin.

Hûsiyan duh bi şev ragihandin ku wan li Îsraîlê baregeheke leşkerî kirin hedef û du keştiyên amerîkî li Deryaya Sor bi moşek û dronan bombebaran kirin. Beriya vê yekê artêşa Îsraîlê ragihandinbû ku wê li nêzî erda Îsraîlê droneke rûxandiye beriya ku bikeve Îsraîlê.

(bb)