Nefreta şêniyan li dijî dewleta Tirk rojeve rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên îro de behsa rewşên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, pêşdeçûnên li Xezayê û serdana Pûtîn ji Siûdî û Îmaratê re kir.

Nefreta şêniyan li dijî dewleta Tirk rojeve rojnameyên erebî ye
7 kanûn, 2023   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya El Weten a Sûriyeyê bi nûçeyek bal kişand ser nefreta xellkê herêmê ji hebûna leşkerî ya dewleta Tirk re. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku hejmara êrişên leşkerî ji hêla çekdarên nenas ve li dij baregehên leşkerî û nuqteyên çavdêriyê yên nerewa yên dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de zêde bûne. Ew yek li ser paşxaneya nefreta şêniyên herêmê û redkirina wan ji hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê re pêk tê. Li gorî rojnameyê van êrişan hişt ku dagirkerî tedbîrên zêde bigire, çavdêriyê xurt bike, nuqte û baregehên xwe yên leşkerî ji hêla komên xwe yên çete ve biparêze.

′SÎNARYOYA MUHTEMEL BO XEZAYÊ′

Têkildarî rewşa Xezayê rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku sînaryoyeke herî muhtemel ji bo pêşdeçûnên li Xezayê heye ku başûr û bakur ji hev were qutkirin û piranî xelê Xezayê ber bi başûr ve werin koçberkirin. Ji ber ku li wir cihekî ewle hatiye amdekirin, her wiha nexweşxaneyên meydanî li bejahî û deryayê jî hatine amadekirin. Her wiha rojnameyê anî ziman ku kiryara dorpêçkirina Xezayê hatiye temamkirin û xebat li ser wêrankirina binesaziyên tevgera Hemasê ji tunel, fermandarên wê, her wiha dorpêçkirina Xan Yûnis tê kirin, mîna ku li Beyrûtê di 1982′yan de çêbûye.

′JI BO KU OPEC NEHEJE PÛTÎN I SIÛDÎ Û ÎMARATÊ YE′

Rojnameya El Ereb destnîşan kir ku armanc ji serdana Pûtîn bo Îmarat û Siûdî ew e ku OPEC neheje. Ji ber ku nakokî der barê siyaseta kêmkirina berhemdanê, parên dewletên endam de çêbûn.

Rojname ku agahiyên xwe dispêre pisporan anî ziman ku di aliyê petrolê de OPEC hevgirtî ye, lê divê pêngava berhemdanê ya Îmaratê û nêzbûna wê ji derfetên Siûdî û Rûsyayê re jî berçav werin girtin  û para wê li sûkê bi razîbûna Riyad û Moskovê be. Ji ber ku ev gav dê bibe misogeriya hevgirtina hevbedniya petrolê, hêz û başbûna rêveberinê ji bo diyalogbûna bi mezexêrên mezin re.

(fr)