Necah Gulo: Têkoşîna me heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî dê bidome

Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Necah Gulo anî ziman ku têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo parastina gelê Kurd e, lê ji bo parastina hemû pêkhateyan e û got dê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezintir bikin.

Necah Gulo: Têkoşîna me heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî dê bidome
5 hezîran, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Necah Gulo têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û girîngiya azadiya wî ya fîzîkî ji ajansa me re axivî.

Necah Gulo bi bîr xist ku 27 sal di ser ragirtina Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li dijî wî re derbas bûne û bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku Rêber Abdullah Ocalan di 27‘ê Sibata 2025‘an de ragihandibû û bi bîr xist ku gerîla bi gavên şênber bersiva bangê da, lê dewleta Tirk heya niha tu gavên cidî neavêtine.

Necah Gulo destnîşan kir ku têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo parastina gelê Kurd e, lê di heman demê de li dijî siyasetên qirkirinê yên li dijî Kurdan, pêkhate û etnîkên din e.

Necah Gulo, di salên 1990‘î de Rêber Abdullah Ocalan li Akademniya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê dîtiye û ew kêlî bi bîr anîn û wiha got: "Rêbertî kesayetek gelekî bi bandor e, naşibe serokên dewletan.  Ji Dêrik, Kobanê û Helebê em bi hezaran bûn ji bo dîtina wî çûn Lubnanê. Tevî mercên giran me rêyek dirêj derbas kir tenê ji bo dîtina serokatî bû."

Necah Gulo girêdana gel bi Rêber Abdullah Ocalan ve wek girêdana çerm bi hestî ve bi nav kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelê Kurd bi jin, mêr, mezin û zarokan li dora fikrê Rêbertî ve hatine girêdan, jê fêr bûn û bi felsefeya wî têkoşînê dikin. Dema ku Rêbertî bi komployeke navnetewyî hatin girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin bi hezaran Kurd li çar aliyên Kurdanî serî rakirin û soza xwe bi wî re nû kirin."

Necah Gulo di dewama axaftina xwe de diyar kir ku şoreşa Rojava li ser bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e ku banga aştiyê di navbera hemû pêkhate, ol û mezheban de dike û got: "Komplo ne tenê di şexsê wî de hat kirin, lê li dijî tevahî gelên azadîxwaz bû. Dewleta Tirk  bi êrişên li ser Şehba û Şêxmeqsûdê komployek din pêk hat û xwest Kurdan qir bike û îradeya wan tune bike."

Necah Gulo anî ziman ku heya Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad nebe civak azad nebe, heya ku jin azad nebe civak bi giştî azad nabe, heya ku jin ne azad be welat ne azad e.

Necah Gulo bang li rêxisitnên mafên mirovan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erka xwe bi cih bînin û got, xwedîderketina li Rêbertî bi mezinkirina têkoşînê dibe.

Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Necah Gulo di serî de ciwan û jin, bang li hemû ferdên civakê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan asta têkoşînê bilind bikin.

(bb)