Li Tirbespiyê zêdetirî hezar donim bi reşreşkê hatiye çandin

Li gundewarê Tirbespiyê çandina reşreşkê di salên dawîn de pêş ketiye. Îsal zêdetirî hezar donim hatiye çandin.

Li Tirbespiyê zêdetirî hezar donim bi reşreşkê hatiye çandin
5 hezîran, 2026   05:23
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Reşreşk yek cûreyên buharatan e ku di gelek cûreyên xwarin û şêraniyê de tê bikaranîn. Di reşreşkê de hêmanên xwarinê yên bi sûd hen. Ji feydeyên wê yên tenduristiyê; bergeriya arganên laş xurt dike, asta şekir di xwînê de hevseng dike, her wiha destekê dide mîsyonên gurçik û kezebê. Reşreşk di payîzê de tê çandin û di meha Hezîranê de an bi destan an jî bi patozan tê berhevkirin.

Li gundewarên Tirbespiyê çandina reşreşkê di salên dawîn de pêş ket. Îsal jî zêdetirî hezar donim reşreşk hat çandin.

Cotkarê bi navê Ebûd Sifûk ji gundê Til Cihan ê bakurê rojavayê bajarê Tirbespiyê ye diyar kir ku ji ber girîngiya wê ya xurekê û aborî çandina reşreşkan zêde bûye. Ebûd Sifûk anî ziman bihayê toneke reşreşk nêzî hezar û 200 dolar e.

Her wiha destnîşan kir ku ezmûna çandina reşreşkê li herêmê serketiye û got, dermanên meş û mûran û mêşan ên li çandiniya reşreşkê dikeve peyda dibin, lê pêdiviya çandina wê bi axa guncaw û eleqeya zêde heye.

 (bb)

ANHA