Nebûna tora telefonan astengiyên şêniyên gundên Kobanê zêde dike

Li Kobanê û gundewarên wê ji ber lawazî û qutbûna tora Syriatelê, li hejmarek gundan hiştiye ku şênî ji bo bikaranîna “Sham Cach” zehmetiyan bikişînin. Ji bo aktîfkirina bircên ji xizmetê derketine daxwaz hene.

Nebûna tora telefonan astengiyên şêniyên gundên Kobanê zêde dike
Nebûna tora telefonan astengiyên şêniyên gundên Kobanê zêde dike
Nebûna tora telefonan astengiyên şêniyên gundên Kobanê zêde dike
12 tebax, 2026   04:50
KOBANÊ
DICLE EHMED

Li bajarê Kobanê, gund û bajarokên girêdayî wê jî ji ber lawazbûna toreya Syriatel ji bo axaftina bi rêya torê û bikaranîna înterneta wê, bi awayekî nêzî bi temamî tore tune ye. Ev dihêle ku şênî ji bo xwe bigihînin torê berê xwe bidin navenda bajêr, şênî herî zêde torê ji bo dan û stendina bi malbatên xwe re û pêkanîna rêkaran bi rêya bernameya “Sham Cash” bi kar tînin.

Pirsgirêkê hiştiye ku şênî di girtina mûçeyên xwe, daxwaza ambulansê û dan û standina bi navendên tibî yên ji bo rewşên awarte de zehmetê bikişînin.

Şêniyê gundê Goran ê Kobanê Xelîl Hisên da zanîn ku ji ber ku tor li gundê wan pir lawaz e, ew ji bo aktîfkirina “Sham Cach” neçar ma berê xwe bide navenda bajêr.

Hisên diyar kir ku di demekê de ku buhayê sotemeniyê jî bilind e, şênî derdora 30 kîlometre derbas dikin, da ku xwe bighînin bajêr. Ev pirsgirêk dihêle ku ew ji bo dan û standina bi malbatên xwe re û xwestina ambulansê di rewşên awarte de astengiyan bibînin.

Xelîl Hisên ji aliyên peywendîdar xwest torên berê bên sererastkirin û diyar kir ku li kêleka vê yekê, rê xerab in û sotemenî jî biha ye.

Xwediyê dikaneke telefonan a li bajarê Kobanê Umer Hero da zanîn ku tevî ku li piraniya gundewarên Kobanê tor tune ye, daxwazên girtina kartên Syriatel zêde bûye. Bikaranîna bernameya “Sham Cach” hiştiye ku xelk zêdetir torê bi kar bîne, bi taybet mamoste û karmend.

Hero daxwaz ji Şîrketa Syriatel kir ku li gundên ku tor lê tune ye bircên nû deyne, bircên ku ji xizmetê derketine bixebitîne. Ji bo kêmkirina zextê û başkirina kalîteya torê hejmara bircan li navenda bajêr jî zêde bike.

Hevserokê Nivîsgeha Peywendiyan a Kobanê Mihemed Hebeş da zanîn ku qutbûna torê ya bi salan, hiştiye ku li herêmê alozî derkeve. Şîrketê ji bo başkirina torê 3 bircên ji bo dayîna înternetê bi şêwazê 4G li bajar danîn, lê ji ber daxwaza zêde ya şêniyan bircên heyî têrê nakin. Ev jî dihêle ku tor lawaz be û her car qut bibe.

Hebeş destnîşan kir ku li hejmareke gund û bajarokên Kobanê, wekî Şiyûx, Sirîn û Celebiyê bi awayekî giştî tor tune ye, birc hene lê ne di xizmetê de ne.

Mihemed Hebeş diyar kir ku Nivîsgeha Peywendiyan ji şîrketê xwestiye ku hejmara bircan zêde bike û yên ji xizmetê derketine careke din aktîf bike û ji bo başkirina torê soz hene lê heta niha tu gavên berbiçav nehatine dîtin.

(sb)

ANHA